Koalîsyon: Me ji bo Pêşmergeyan 1 milyar dolar xerc kiriye

.

Fermandariya Hêzên Hevpeymaniya Navneteweyî ya li dijî DAIŞê (Koalîsyon\CJTF-OIR) ragihand ku wê di maweyê 8 salan de 1 milyar dolar ji bo pirçekkirin û perwerdeya Pêşmergeyan xerc kiriye.

CJTF-OIRê li ser xebatên xwe yên bi Wezareta Pêşmergeyan a Herêma Kurdistanê re daxuyaniyek belav kir.

CJTF-OIRê da zanîn ku di maweyê 8 salan de wê 1 milyar dolar ji bo pirçekirina Pêşmergeyan xerc kiriye û aniha xebatên wê yên yekkirina Hêza Pêşmergeyan jî berdewam dike.

“Şêwirmendî û perwerdeya Pêşmergeyan berdewam dike”

CJTF-OIRê di berdewamiya dayuyaniyê de amaje bi wê yekê jî kir, ew aniha dixebitin da ku hemû Hêzên Pêşmergeyan di bin serperiştiya Wezareta Pêşmergeyan de kom bikin. 

Li gorî daxuyaniya CJTF-OIRê perwerde, şêwirmendî û bernameya pirçekkirina Hêza Pêşmergeyan jî berdewam dike.

12ê Tîrmeha 2016an Wezareta Parastinê ya Amerîkayê û  Wezareta Pêşmergeyan ji bo 10 salan rêkeftineke leşkerî îmze kiribû.

Li gorî rêkeftinê, dê heta 10 salan Wezareta Parastinê ya Amerîkayê di warên wekî şêwirmendiya leşkerî, rahênan û pirçekkirinê de hevkariya Wezareta Pêşmergeyan bike.

CJTF-OIR piştî êrişa DAIŞê ya 2014an a li ser Mûsilê bi serperiştiya Amerîkayê û bi beşdariya 87 welatan hatibû damezirandin.

Kurdistan Haberleri

Besam Îshaq: Amerîka dê 400 leşkerên xwe li Sûriyeyê bihêle
Papayê Vatîkanê mir
Îlham Ehmed: Amadekariyên lidarxsitina konferansa Kurdî li Rojavayê Kurdistanê gehiştine qonaxa dawiyê
CPT: Tirkiyeyê 97 caran sînorên Herêma Kurdistanê bombebaran kirine
Zêdetirî 3,800 kuştî: Mîrata xwînrij a 14 salan a şerê Sûriyeyê ye