Navenda Nûçeyan- Li gorî Rêveberîya Dibistanên Hesekê, tevî zarokên dibistanên Hesekê, Qamişlo û Amûdê, zarokên koçber jî bê xwendin mane, û wê yekê karê Desteya Perwerdeyê li Cizîra Rojavayê Kurdistanê aloztir kirîye.
Li Hesekê, Qamişlo û Amûdê koçberên Serê Kanîyê û Til Temir li 375 dibistanan bicîh bûne, di encam de 65 hezar xwendekar nikarin bixwînin.
Êrîşa Tirkîyê û grûpên çekdar ên opozisyona Sûrîyê bo ser Rojavayê Kurdistanê, bû sedem ku bi hezarên malbatan ji Serê Kanîyê û Til Temir koçber bibin û berê xwe bidin bajarên Hesekê, Qamişlo û Amûdê û li dibistanên wan bajaran bicîh bibin, vê yekê kir ku bi deh hezaran zarok ji proseya xwendinê bêpar bibin.
Hevserokê Desteya Xwendinê li Cezîrê, Mihemed Salih Ebdo dibêje, “Niha koçber li zêdeyî 375 dibistanan bicîh bûne, herwiha hijmara xwendekarên ku niha li derveyî proseya xwendinê ne, navbera 60 heta 65 hezar xwendekar derbs kirîye, hevdem 4 hezar mamoste jî ji proseya perwerdeyê dûr ketin e.”
Ne tenê zarokên dibistanên Hesekê, Qamiçlo û Amûdê ji xwendina xwe bêpar bûne, herwiha zarokên koçber jî bê xwendin mane, vê yekê karê Desteya Perwerdeyê li Cezîra Rojavayê Kurdistanê aloztir kirîye.
Endama Rêveberîya Dibistanên Hesekê, Şêrîn Ibrahîm jî dîyar dike, “Bi rastî ne tenê zarokên me yên koçber zerar dîtin e, herwiha zarokên me yên li van dibistanan jî dixwendin ji fêrkirinê dûr ketin e, ji ber li van dibistanan koçber bicîh bûne, lewra niha daxwaz tê kirin, ku ev dibistan ji koçberan bên valakirin, daku zarok bikaribin careka din li xwendina xwe vegerin û jîyana wan sayî bibe.”
9ê Cotmeha îsal artêşa Tirkîyê û grûpên çekdar ên opozisyona Sûrîyê li jêr navê ‘Kanîya Aştîyê’ êrîşî Rojavayê Kurdistanê kirin, di encam de li gor çavkanîyên Rêveberîya Xweser û Neteweyên Yekbûyî zêdeyî 200 sivîlan canê xwe ji dest dan û bi hezaran birîndar bûn, herwiha zêdeyî 300 hezar sivîl jî koçber bûn.
Çavkanî: Rûdaw