Evan her dû gotinan anjî fenomenan(komedî û trajedî)dijberên hevin/ zittê hevin. Di normalîtê de pêwîst bû ku evan fenomenan dûrî hev bana anjî tabiê rewșên jev cûda bana û li gelek derên li dinyayê(bi taybetî li dinya demokrat) wehaye jî. Komedî; kêf, seyran û xweșîye; lê trajedî zahmetî, felaket, reșî û nexweșîye.Lewra evan her dû fenomenan normal ne pevre- anjî ne li gel hev çêdibin. Balam di rewș- û jîyana gelê kurd de(di demên bihûrî û yên nûha de jî) komedî û trajedî pirr caran pevre paralêlin anjî li gel hevin/pevre çêdibin di jîyana kurdan de - ewan, bi daxawe, pevre tên tedbîq kirin. Ezê babetê(komedî û trajedîyên me kurdan)bi çend mîsalan bo xwendevanên xwe îzah û șîrove bikim:
Mîsal 1:di çend sayt û rûpelan de kurdbûna hinek wezîrên dewleta tirk yan nûh dihat rojanê û eve qașo wê, belkî tiștekî bașbe û aha fermo ji we re komedîyek. Trajedîya vê jî eve; wezîrên derve yên tirkan, berê serokê dezgeheke ku ne li xêra kurdan bû û nûha jî di qada enternasyonal de wê malikê li kurdan xerabike:ew kes ji ”tirkan tirkttir”re anjî ewê ji”tirkan tirkttir”be. Bi gotinekedin em karin weha bibêjin; eve rewșeke hem komîk û hem jî trajîke.
Mîsal 2: li bașûrî Kurdistan meclisa Iraqê li Baxdayê ji zû de ye ku qanûn anjî madeyan 140 biryar kirîye/amadekirîye; û komedîya wê jî eve ku ereban ev bi dehan salana ku eve made binpêkirine, bê qedr û qîmet kirine û xwe xașo-mașo kirine û dikin.Lê trajedîya wê jî eve ku dibêt nifșên ereban yên nûh(șîe û sûne jî li gel hev) li Baxdayê ne tenê dijî made 140 anin ewan xwedî dîtin û bawerîyên xwe yên li ser sîstema federalî jî(û hata û hata li ser xweserîya Kurdistan jî) hene. Fermo gelî kurdan; eger eve ne komîk û trajîk be – ma ka eve çîye? Ma emê bi vê bi kenin anjî bi girîn? Anjî mîna pêșîyên me gotine: ”De were vî kerrî di vî borrî re derbaske”.
Mîsal 3:melayên li Tehranê, mîna komedyanan, qala misilmantî û îslamê dikin, lê di heman demê de li gel mesîhîyan û sosyalîstên venezuelî(felsefa sosyalîzmê ateîste) û rusî heval- û dost û birakin. Ewan salî pêde hemwelatîyên xwe yî kurd û ji neteweyêndin qetl dikin û bi vê wahșet, rûreșî û gangstertîya xwe, her bi trajedîyan sîstema xwe li ser pîya di hêlin. Trajedîya Jîna Amînî û tekoșîna piștî șehîdbûna wê, xwînxwarîya wan carek din nîșanî dinyayê da û saltanata wan hejand û hejand.
Mîsal 4: di bêt mîna komedî ku coxrafya di destê rêberîya xweser li Rojavayî Kurdistan de mîna ferehîya weleyata Amedê li bakûr anjî Hewlêrê li bașûre. Eve trajedîyeke mezinne ku rêberîya xweser hemû fedekarîyan nakê da di nav kurdên Rojava de tifaq, nêzîkayî û cephe çêbibin. Bi daxawe tam dijberîya tifaq û nêzîkayî ya kurdan têt teșwîq kirin û eve proses tirs,xem û șûbhan li cem gelek kesan ji me çêdike.
Komedî wê komîktîya xwe û trajedî jî trajîkbûna xwe bi awayên tabîî anjî li gor tabîatên xwe – ji nișka ve, çêdibin; wê çêbibin/dûrûst bibin, LÊ EGER EM ZANYARÎ YA XWE ZÊDETIR BIKIN, Û BÊ GOMAN, EVE LI GEL DILSOZÎ, CESARET Û DÛRÛSTBÛN A ME YE.
Ez havîneke xweș bo we tevan hêvî dikim û bi hêvîyên ku meha êlûnê emê dîse li gel hevbin. Ezê dû mehan(temûz û tebax) ji nivîsandinê dûr bikevim.
Nuri Aldur