Li gor nûçeya Radio Sweden Kurdish, rêxistina ji bo ewlekarî û hevkariya li Ewrûpa, OSSE ji 17 dewletên ewrûpî derdorê 60 parlamenteran ji bo çavdêriyê dişîne Tirkiyê.
Parlamentoya Swêdê jî biryar daye ku sê ji wan ji partiya Moderatan û Jabar Amin ji Partiya Jîngê bi giştî çar parlamenteran ji Swêdê bişîne. Parlamenterên Moderat ku wê biçin ev in: Margareta Cederfelt, Cecilia Magnusson û Edward Riedl.
Nehatiye ragihandin bê çima ji partiyên din kes nehatiye hilbijartin, lê hêjayî gotinê ye ku Sosyaldemokrat û Partiya Çep bi HDPê re dest û birak, di vê hilbijartinê de wan bi eşkereyî piştgiriya xwe ji bo HDP diyar kirine. Lewra bi ihtîmaleke mezin ji ber vê meyla wan parlamentoya Swêdê maqûltir dîtibe ku nûnerên ji partiyên bêalî weke çavdêr wezîfedar bike.
Parlamenter wê biçine herêmên cuda û kontrol bikin bê hilbijartin û hejmartina dengan birêkûpêk û duristî tê kirin an na û raporên xwe yên di vî warî de biweşînin.
Jabar Amin dide zanîn ku ew bi xwe wê biçine herêmên kurdî.