Komele û HDK-İ: Herêma Kurdistanê me nexistiye ablûkayê û ev gotin derewe

.

Partiya Dekokrata Kurditan a Îran (HDK-İ) û rêxistina Komele ragihandin ku ne raste Hukumeta Herêma Kurdistanê pêşmergeyên wan xistine ablûkayê an astengî daniye pêşiya wan û ew gotin rast nînin. Ragihandin li ser ku di hinek parvekirinên li ser medya civakî de hatine kirin ku goya Pêşmergên Herêma Kurdistanê, Pêşmergeyên Rojhilatê Kurdistanê dorpêç kirine û gotine ji bo ji hinek deveran vekişin, zorê dane ser wan.

Li ser mijarê berpirsê navendê yê Pêşmergeyên HDK-İ Kawa Behramî li ser van gotinan ji bo Rûdawê weha gotiye:

“Ji bo hêzên me vekişin an di derbarê tiştekî de heya niha daxwazeka fermî ji me re nehatiye. Astengên pêşiya xidayan jî nehatine danîn. Em gotinên weha red dikin. Kesên gotinên weha dibêjin, dixwazin dijminahiyê di navbera Herêma Kurdistanê û partiyên Rojhilatê Kurdistanê de çêbikin.”

Li ser mijarê endamê mekteba siyasî ya Komelê Aram Muderrisî ji bo Rûdawê weha gotiye:

“Dewleta Îslamî ya Îranê dest bi propogandayên bê esil kiriye û armanca wê ku di navbera Herêma Kurdistanê û Kurdistana Rojhilat de destek û hîssên heyî xerab bike. Gotinên derew yên ku goya hêzên Herêma Kurdistanê zorê dane ser hêzên Rojhilat û ambargoya xidayê danîne ser me, di bazarê de tên gerandin. Van gotinan derewin û ti rastiya van gotinan tine ye. Em dixwazin bi taybetî xelkê me yê Rojhilat bizanibe ku di vê mijarê de ti kesekî bi fermî an ne fermî, ji me re tiştekî negotiye.”

Kurdistan Haberleri

Serokkomarê Îraqê yasaya parêzgehbûna Helebceyê îmze kir
Encûmena Ewlehiyê ya Herêma Kurdistanê li ser êrişên dronan daxuyanî da
Sitêrek ji Hunera Kurdî ji nav me barkir! Hunermend Remezanê Omerî jiyana xwe ji dest da!
Hejmara (25) a Kovara Şermola Derket
Hemû deynên Sûriyeyê hatin dayîn