Li gorî rapora Komeleya Mafên Mirovan, li zindanên Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê 604 ji wan giran, hezar û 605 girtiyên nexweş hene.
Li gorî raporê divê ev girtiyên nexweş bêne azadkirin û di şert û mercên guncaw de bêne dermankirin. Ligel ku gelek girtiyên nexweş ji Saziya Tipa Edlî rapora "nikare li zindanê bijî" wergirtine jî ew nayên berdan.
Li gorî rapora komeleyê di sala 2020an de herî kêm 60 girtiyan li girtîgehan canê xwe ji dest dane û 18 girtî jî hewl dane ku xwe bikujin.
Serokê Komîsyona Girtîgehan a Komeleya Mafên Mirovan a Şaxa Amedê Ercan Yilmaz, derbarê girtiyên nexweş de ji rûdawê re axivî.
Ercan Yilmaz, destnîşan kir ku ligel rapora tipa edlî ku daxwaza azadkirina girtiyan dike jî dewlet ji asayîşê rapora îstîxbaratî dixwaze û dozgerên girtîgehan li gorî rapora îstîxbaratî tevdigerin û wan girtiyan bernadin.
Serokê Komîsyona Girtîgehan a Komeleya Mafên Mirovan a Şaxa Amedê dibêje: “Li gor amarên gihîştine me li seranserê Tirkiyê herî kêm hezar û 605 girtiyên nexweş hene û jiwa rewşa tendirustî ya 590 girtiyan dijwar e. Divê ew bêne berdan an jî li dervey girtîgehê çareserî ji wan re bê kirin.”
Yilmaz dibêje: “Di derbarê beşek ji van girtiyan de hinek rapor ji aliyê saziya dada pizîşkî ve hatine amadekirin. Lê mixabin raporên ku ji aliyê vê saziyê ve têne amadekirin, ji bo serdozgeriyan girîng nîn in. Tevî ku saziya dada pizîşkî di derbarê nexweşan de dibêje ku ew kes êdî nikare li zindanê bimîne û nikare tenê bijî û divê bê berdan jî, dozgerî di çarçoveya madeya 17an a yasaya zindaniyan radibin nivîsekê bo rêveberiya ewlekariyê dinivîsînin. Di wê nameyê de navê kesê girtî heye. Ji rêveberiya ewlekariyê dipirsin ka gelo eger ev kes bê berdan, wê li ser ewlekariya giştî bibe metirsî yan na? Rêveberiya ewlekariyê jî raporekê amade dike û ji dozger re dişîne. Gelek caran rêveberiyên ewlekariyê hinek sedemên vala nîşan dane û bûne sedem ku ew girtiyên nexweş neyên azadkirin.”
Rûdaw