Aktivîsta VAKADê Zozan Ozgokçe di hesabê xwe yê twitterê de daye zanîn ku, îro komeleya wan hatîye valakirin; dest dane ser malên wan û arşva wan jî hatîye tunekirin.
VAKAD di çerçeweya OHALê de bi biryara qerarnemaka di hukmê qanûnê de di 22ê MIjdara 2016ê de hatibû girtin
Komeleya Jinan a Wanê (VAKAD) di 2004ê de wek komeleyeka serbixwe û feminîst hatîye avakirin û di kar û bare xwe de gelek çalak e; di warî mafê mirovî û bi taybet jî ji bo mafê jinan û zarokan gelek semîner daye, qursên xwendin û nivîsandinê û ingilîzî amade kiriye.