Komeleya Xêrxwaziyê ya Kurdên Libnanê: Nêzîkî 80 hezar Kurd ji ber şer koçber bûne

.

 Serokê Komeleya Xêrxwaziyê ya Kurdên Libnanê Luqman Hesen Miho diyar kir ku nêzîkî 80 hezar Kurdan ji ber şer koçber bûne û gelek kes jî li kolanan mane.

Serokê Dezgeha Xêrxwaziyê ya Kurdên Libnanê Luqman Husên Miho bû mêvanê Bultena 13:00an a Rûdawê û bersiv da pirsên Hêvîdar Zanayê.

Li gorî gotina Luqman Husên Miho, li ser sînorê Îsraîl û Libnanê nêzîkî 30 hezar Kurdên Rojavayê Kurdistanê ji ber bombebaranê derketine û careke din koçber bûne.

Luqman Hisên Miho diyar kir ku nêzîkî 50 hezar Kurdên Libnanê jî gundên xwe yên li başûrê Libnanê terikandine û li derdora bajarê Trablusê bi cih bûne.

“Ti kes alîkariya me nake”

Luqman Husên Miho behsa rewşa xelkê Kurd ê li Libnanê kir û wiha got:

"Rewşa Libnanê ji ber şer û pevçûnan gelekEi xirab e, Kurdên ji Rojavayê Kurdistanê careke din koçber bûn, xelk li dibistanan dimîne, doşek nînin, derman nînin.

Hinek Kurdên Rojavayê Kurdistanê careke din vegeriyan Sûriyeyê.

Qeter, Erebistana Siûdî û Îmarat alîkariya xelkê dikin lê ti kes alîkariya me Kurdan nake û ti tişt nagihê me.

Ez ji we re rastiyê bibêjim, ti kes li Kurdên ji Rojavayê Kurdistanê yên li Beyrûtê nanêre.

Ti kes li me jî nanêre li Kurdên Beyrûtê jî nanêre. Em bi tenê ne.

Her kes alîkariyê dide kesên xwe, em bi dewletê re ne le dewlet niha nikare alîkariyê bide me.

Em hewl didin alîkariyê kom bikin û bidin xelkê xwe.

Niha hewa li Libnanê gelekî sar e û penaberên Kurd pêwîstiya wan bi derman, xwarin, cil, betanî û doşekan heye.

Pêwîstiya xelkê bi her tiştî heye lewre şer heye.”

Şerê Hemas û Îsraîlê ji 20ê Îlonê ve derbasî Libnanê bûye.

Îsraîl êrişî baregehên Hizbulaha Libnanê dike û Hizbulaha Libnanê jî bi mûşekan êrişî Îsraîlê dike.

Li gorî raporên Neteweyên Yekbûyî (NY) ji ber êrişên Îsraîlê zêdetirî milyonek kesan koçber bûne.

Rûdaw

Kurdistan Haberleri

AMED - Bijîşk 4 rojan grevê dikin
Li Diyarbekirê Tora Mafên Zarokan hat damezirandin
Serjimariya giştî ya gel di roja xwe ya duyemîn de berdewam dike
Tirkiye li Rojavayê Kurdistanê hêzên xwe zêde dike
Hawrê Tofîq: Serjimêrî dê bandorê li hejmara kursiyan bike