Komeleya Zehmetkêşan: Supaya Pasdaran 2 caran hewl da derbasî nav Başûrê Kurdistanê bibe

.

Komeleya Zehmetkêşan a Kurdistanê ragihand, Supaya Pasdaran a Îranê li ser sînor hêzeke zêde kom kiriye û îro du caran hewl daye sînorê Herêma Kurdistanê derbas bike, lê piştî pevçûna ligel pêşmergeyên wan neçar bûye ku paşde vegere. Lê Qaymeqamê Çomanê dibêje, ti hêzeke Îranê nehatiye ser sînor.

Îro Yekşembê 14ê Tebaxa 2022an Komeleya Zehmetkêşan a Kurdistanê daxuyaniyek belav kir û ragihand, hêzên Supaya Pasdaran li ser sînor hewl dane sînor derbas bikin û êrîşî pêşmergeyên wan bikin.

Di daxuyaniyê de tê gotin, “Sibeha îro Yekşembê saet 09:00 hêzên Supaya Pasdaran a Îranê li ser sînorên navbera Herêma Kurdistanê û Rojhilatê Kurdistanê, hewl dane derbasî hundir bibin û êrîşî hêzên Komeleya Zehmetkêşan bikin, lê belê ji aliyê hêzên Komeleyê ve hatine neçarkirin paşde vegerin.”

Komeleya Zehmetkêşan diyar kiriye, Supaya Pasdaran hêzeke mezin bi topxane û çekên giran li ser sînorê Herêma Kurdistanê bicih kiriye.

Di daxuyaniya xwe de, Komeleya Zehmetkêşan a Kurdistanê behsa wan xalên sînorî nekiriye ku hêzên Îranê xwestine di wan re derbasî nav axa Herêma Kurdistanê bibin, herwiha behsa hûrgiliyên êrîşan û pevçûna navbera hêzên xwe û hêzên Supaya Pasdaran jî nekiriye, lê daye xuyakirin dê di çend demjimêrên bihê de zanyariyên zêdetir li ser vê mijarê belav bike.

Li aliyekî din Rêxistina Hengawê jî ragihandiye, hejmareke zêde ya hêzên Supaya Pasdaran bi çekên giran û nîvçegiran bi dirêjiya sînorê “Dol Meydan” a Şinoyê heta “Hacî Omeranê” bicih bûne

Hengawê diyar kiriye, “di çend rojên dawî de hejmarek fermandarên Supaya Pasdaran ji Tehranê gihîştine navçeya Şinoyê û hêzên taybet ên Supaya Pasdaran jî ji bajarê Urmiyê ve bo Şinoyê hatine veguhastin.”

Ew pêşhat di demekê de ye ku di çend rojên bihorî de li bajarokê Dizê ya Mirgewer a Urmiyê û herwiha li navçeya Seqiz a parêzgeha Sineyê, Bazên Zagrosê êrîşî du xalên serbazî yên hêzên Îranê kirine.

Herwiha meha bihorî jî Îranê ragihandibû ku endamên grûpeke sîxûrî ya ser bi Komeleyê ve li sînorê bajarê Urmiyê desteser kirine, tevî ku Komeleyê ew îdiaya Îranê red kir.

Têkildarî mijarê, Qaymeqamê Çomanê Suware Ekrem ji Rûdawê re ragihand, “ti hêzeke Îranê sînorê Herêma Kurdistanê derbas nekiriye û haya me ji komkirina hêzan li ser sînor jî tune ye.”

Rêvebirê nahyeya Hacî Omeranê, Ebdulwehab Mehmûd jî derbarê mijarê de ji Rûdawê re axivî û got, “di salekê de çend caran Komara Îslamiya Îranê hêz dişîne ser sînor bo rêgirtin li karê qaçaxiyê, bi taybet jî qaçaxçîtiya ajelan, ez guman dikim ew hêz jî tenê bo wê mebestê hatibin şandin, çimku sînor bi tevahî aram e û ti tevgereke ne asayî lê nehatiye dîtin.”

Kurdistan Haberleri

Hemû helbestên Berken Bereh di Botannameyê de çap bûn
Piştî tayînkirina qeyûman kolanên Dêrsimê bûn qada şer: ‘Dagirkerî ye’
Doza kuştina Şerzan Kurt: Biryareke nû hat dayîn
Miles Caggins: Çend gav ji bo hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê hatine avêtin
JAPONYA - Dadgeha Saitamayê xwepêşandana li dijî Kurdan qedexe kir