Rêxistina Mafên Mirovan li Efrînê belav kir, 2 xortên ji gundê Basûtê Rênas Mihemed Hesen û Mistefa Cuma Hesen dema dixwastin biçin Efrînê li rêbenda çekdaran a li gundê Turindê hatin revandin.
Wê rêxistinê diyar kir, ew herdu xort ji aliyê grûpa “Polîsa Azad” ve hatine girtin û li hember berdana wan her yekî ji wan daxwaza 500 Dolar ji malbatên wan xortan kirine.
Ji aliyekî din ve, berî du rojan jî grûban, welatiyê bi navê Ehmed Qoşo yê ji gundê Xelnêrê ji nava mala wî yê li Efrînê revandine û li hember berdana wî daxwaza bireke mezin ji pereyan kirine.