Komîserê Bilind ê Neteweyên Yekbûyî li Şamê dest bi hevdîtinan dike

.

Komîserê Bilind yê Neteweyên Yekbûyî (NY) yê ji bo Mafên Mirovan Volker Turk gîhişt paytexta Sûriye Şamê û biryare li gel berpirsên hikûmeta demkî a Sûrî, diplomatkar, nûnerên civaka sivîl û rêxistinên Neteweyên Yekbûyî re bicive.

Yekem serdana Komîserê Bilind yê NY ya Şamê ye ku di serdema rejîma Esed rê ji bo karên rêxistinên mirovî nedihat dayîn.

Beriya du rojan, serokê Komîta Lêkolînan a Serbixwe ya Navnetewî Derbarê Sûriyê de Pawlo Pênêro banga dadgehkirina bi hezaran twankarên şer ên di serdema reêjîma Esed de kiribû.

Pênêro gotibû, Komîteya Lêkolînan a Serbixwe ya Navnetewî lîsteyeke nehînî bi navên kesayetiyên leşkerî, ewlehî, dezgeh û zindanên ku binpêkirin tê de hatine pêk hatine amade kiriye.

Kurdistan Haberleri

Mamosteya Kurdî li Sineyê 5 sal ceza xwar: ‘Fêrkirina Kurdî sûc e?’
Artêşa Tirkiyeyê li hin herêmên Kurdistanê belavokan davêje
Rûsyayê agirbest bi Ukraynayê re ragihand
Amerîkayê hişyariya gerûgeşta li Sûriyeyê da
Navê stada Fenerbahçeyê dê bibe 'Kobanî'