Komîsyona Hilbijartinan: 22 giliyên bangeşeyan hatin tomarkirin

.

 Serokê tîma medyayî ya Komîsyona Hilbijartinan a Iraqê Emad Cemîl, ragihandi ku heta niha 22 gilî li ser bangeşayên hilbijartina Parlamentoya Kurdistanê hatine tomarkirin.

Emad Cemîl di daxuyaniyeke nivîskî de eşkere kir, ji ber gotarên tund gelek gilî gihîştine wan û piştî nirxandina wan, wê kes û aliyên binpêker werin cezakirin. 

Dibistin du roj berî hilbijartina taybet tên wergirtin

Serokê tîma medyayî ya Komîsyona Hilbijartinan wiha got: “Gelek gazin li ser gotinên tund gihîştine me û me bang li hemû berbijêran kir ku dev ji zimanê tund berdin. Komîsyon xwe ji bo hilbijartinan amade dike û du roj berî dengdana taybet dê 15 yan 16ê Cotmehê dibistanan ji Wezareta Perwerdeyê werbigire.”  

Kurdistan Haberleri

Konsulê Giştî yê Amerîkayê destxweşiyê li Hikûmeta Herêma Kurdistanê dike
Eyyûb Sûbaşi: Dadgehê axavtinên kurdî weke sûc qebûl kirin û ez ceza kirim
Amerîka, Brîtanya, Almanya û Fransa daxwaza rawestandina Şerê Xezeyê dikin
Artêşa Tirkiyeyê gundekî Efrînê topbaran kir
Newzad Hêtotî: Hilbijartinên parlamentoyê: Du rêveberî yan xurtbûna Kurdistanê?