Komîteya Destûrê: Navê welat wekî Komara Erebî ya Sûriyeyê dimîne

.

  Komîteya Destûrî ya Sûriyeyê îro ragihand ku reşnivîsa destûra qonaxa veguhaz radestî Serokkomarê Sûriyeyê Ehmed Şer kiriye.

Komîteyê tekez kir ku navê welatê Sûriyeyê wekî "Komara Erebî ya Sûriyeyê” dê bimîne û ti guherîn lê nayê kirin.

Di reşnivîsa destûrê de hatiye destnîşankirin ku Îslam jêdera sereke ya yasayê ye li Sûriyeyê û dewlet dê parastina xak û gelê xwe bike.

Her wiha hatiye tekezkirin ku hemû welatiyên Sûriyeyê, bêyî cudahî xwediyê heman maf û erkan in.

Li gorî daxuyaniya Komîteyê, di qonaxa destûrî ya nû de, desthelat dê di navbera parlamento û serokkomariyê de were parvekirin.

Parlamentê dê desthelata yasayî bike lê desthelata cîbicîkar dê di destê serokkomar de be.

Serokkomar dikare di dema pêwîst de rewşa awarte ragihîne û her wiha pêwendiya wezîran rasterast bi serokkomar re dê hebe.

Di reşnivîsa destûrê de bal hatiye kişandin ku desthilata dadwerî dê serbixwe be û ti kes nikare destê xwe têxe karê wan.

Di heman demê de, parlamento dikare serokkomarî ji kar bixe û her wiha lêborîna giştî derbixîne.

Komîteyê diyar kir ku qonaxa veguhaz dê 5 sal dom bike û divê di vê qonaxê de komîteyeke taybet bê avakirin ji bo amadekirina destûreke demdirêj.

Di reşnivîsê de tekez li ser mafê derbirîn û ragihandinê jî hatiye kirin û Komara Sûriyeyê dê rêz li yasayên navdewletî bigire.

Kurdîstan Haberleri

Hevdîtina PWK Rêxistina Ewropayê Bi PDPKS Rêxistina Ewropayê Re
Heyeta PWKyê, Li Hollandayê Seredana  Rêxistina Ewropayê Ya PYDKSyê Kir
PWK: Em cezaya ku li Alî Çeven hatîye birîn şermezar dikin
Mezlûm Ebdî: Emê bi hêzên kurdî re bi yek şandê biçin Şamê
Mezlûm Ebdî hûrgiliyên hevdîtina xwe ya bi Ehmed Şer re eşkere kirin