Komkara Erebî li ser vegera Sûriyê nav komkarê civiya

.

Civîna Wezîrên Derve yên welatên endamê Komkara Erebî li Qahîre ya paytexta Misirê, behsa yekalîkirina çarenivîsa Sûriye ya di Komkara Erebî de kirin.

Emîndarê Giştî yê Komkara Erebî Ehmed Ebû Xeyt anî ziman, “Pirsa Sûriye di civîna şêwirmendan de hat gotubêjkirin û hinek ji welatên endam helwesta xwe ya bo Sûriye ragihandin. Bigiştî dikarim bêjim heta vê kêliyê ti nexşerêyek yan nêrînek zelal taybet bo gotubêjkirina dosya Sûriye di çarçoveya Komkara Erebîde nîne.”

Komkara Erebî ya ku ji 23 welatan pêktê, heta niha 37 lûtke encam dane û Sûriye jî ji sala avakirina Komara Erebî 1945 ve endamê vê rêxistinê bû, lê ji sala 2011 ve bi despêkirina qeyrana Sûriyê re, endamtiya wê li Komkara Erebî hatiye rawestandin.

Netewên Yekbûyî ji aliyê xwe ve dixwaze civaka navdewletî girêka kor a kirîza Sûriyê veke.

Şandeyê Taybet ê Neteweyên Yekbûyî bo Karûbarê Sûriye Geir Pedersen got, “Ti aktureke pêywendîdar nikare bi tenê wê pirsgirêkê demdirêj çareser bike. Hikûmet nikare. Aliyên opozisyonê jî nikarin, aliyên Astana nikarin, Komkara Erebî jî bi tenê nikare û aliyên rojava jî nikarin. Erdhejê ew yek nîşanî me da ku egera gavên erênî heye, ger daxwaza siyasî hebe.”

Piştî erdheja meha derbasbûyî, Welatên Erebî dixwazin  rûpele nû bi Sûriye re vekin, Ev jî piştî zêdetirî 12 salên qeyrana navxwe ya wî welatî tê ku bûye sedema canjidestdana zêdetirî 300 hezar kesî û koçberbûna û penaberbûna 13 milyon kesî.

Rûdaw

Kurdistan Haberleri

Qeyûm tayînî şaredariyên Dêrsim û Pilûrê hatin kirin
Serok Mesûd Barzanî: Em piştgiriyê didin hemû hewlên ji bo aştiyê
MEXMÛR - Tîma Rûdawê hat desteserkirin
Li Pêşangeha Pirtûkan a Rihayê pirtûkên Kurdî balê dikişînin: ‘Kurdî dihele!’
Di ser kuştina Ugur Kaymaz re 20 sal derbas bûn