Komkujiya DAIŞê ya li ser Kobanî

.

Do 7êmîn salvegera bîranîna Komkujiya Kobanî ye û li gelek cih û bajarê Kurdistanê û cîhanê, komkujiya Kobanî tê bibîranîn.

15ê Îlona 2014an, çekdarên DAIŞê ji aliyên rojava, başûr û rojhilat ve, êrîşî ser Kobanî kir û 350 gundên wê dagir kirin, piştre girte ser navenda bajarê Kobanê.

Piştî 134 rojan ji şer û pevçûnên giran, 26ê Berfanbara 2015an jî, bi berevaniya Hêzên Yekîneyên Parastina Gel YPGê, Yekîneyên Parastina Jinê YPJê û Hêza Pêşmerge ya ku çûbûne alîkariya wan, her wiha alîkariya ezmanî ya hêzên Hevpeymaniya Navdewletî, Kobanî ji destê DAIŞê hate rizgarkirin.

25ê Hizêrana 2015an bû, berî 7 salan bû  bi 10an çekdarên DAIŞê bi derdora 10 otombîlan, bi awayekî nehênî, xwe gihandibûn gundê Berxbatanê li Başûrê Kobanî, destpêkê li wî gundî di nava gundiyan komkujiyek çêkirin, gelek sivîl şehîd bûn. Pişt re berê xwe dane bajarê Kobanî.

Di derbarê amar û hejmara qurbaniyên Komkujiya Kobanî de, heta niha çend amarên ji hev cuda hene. Navenda Belgekirina Binpêkirinan li Bakurê Sûriyê dibêje, ku hejmara şehîdan 258 kes in û ya birîndaran jî 267 kesin, hejmara giştî ya qurbaniyan 518 kes in.

Ji Navenda Belgekirina Binpêkirinan li Bakurê Sûriyê Mistefa Ebdî ji Rûdawê re got “Yên ku wan dikaribûn belge bikin, 258 şehîd ji xelkê sivîl, ji wan 37 zarok, 77 pîr û keç, 174 kal û xort bûn. Hejmara birîndarên sivîl 267 kes in.”

Bi derbasbûna çekdarên DAIŞê bo nav bajarê Kobanî re, ew wekî grûpan li nav bajarê Kobanî belav bibûn û raste rast dest bi êrîşa ser sivîlan kiribûn. Ji demjimêr derdora 5ê berbangê heta derdora 7ê sibeha wê rojê, çekdarên DAIŞê derbasî nav malan dibûn û li ser kolan û riyên çûn û hatinê, bi sedan sivîl li nav bajarê Kobanî şehîd kiribûn.

Li gorî Navenda Belgekirina Binpêkirinan li Bakurê Sûriyê di encama wê êrîşa çekdarên DAIŞê de zarokên 18 sêwî man.

Di wê komkujiyê de 3 jinên ducanî jî hebûn.

Rûdaw

Kurdistan Haberleri

Edebiyat û reşbînî
Ji bo Hevşaredara Dêrsimê biryara desteserkirinê hat dayîn
Ciwanekî Kurd ê Êzidî ji destê DAIŞê hat rizgarkirin
AK Partî: Di destûra nû de mafê zimanê dayikê û efûya giştî tune ye
'Hewlêr û Bexdayê li hev kirine, hinardeya petrolê di nêz de dest pê dike'