KOMKUJIYA ROBOZIKÊ: 13 sal derbas bûn

.

 13 sal di ser komkujiya gundê Robozikê yê navçeya Qilebanê ya Şirnexa Bakurê Kurdistanê re derbas bûn.

Di Komkujiya Robozikê 34 welatiyên sivîl bi bombebarana balafirên şer ên Artêşa Tirkiyeyê hatibûn kuştin.

Li gundên Bêcih û Robozikê yên navçeya Qilabanê, şeva 28ê Kanûna 2011ê balafirên şer ên Tirkiyeyê welatiyên sivîl ên Kurd ku debara xwe bi bazirganiya li ser sînorê navbera Başûr û Bakurê Kurdistanê dikirin li devera Heftanînê bombebaran kirin.

Di bombebaranê de 34 welatiyên sivîl ku 19 ji wan zarok bûn bi awayekî komî hatin kuştin.

Derbarê ti sûcdarekî de doz nehatiye vekirin

Komkujiya Robozikê yek ji komkujiyên mezin ên Komara Tirkiyeyê ku 13 sal di ser re derbas bûne lê heta niha ti, berpirs an jî rayedarekî Tirkiyeyê derbarê wê de nehatiye cezakirin.

Bi ser vê yekê de jî fermanderên wê heyamê di artêşa Tirkiyeyê berpirs bûn piştre pileyên wan hatin bilindkirin.

Her sal 34 qurbaniyên komkujiyê li goristana gundê Bêcihê bi çalakiyên cûda tên bibîranîn.

Tê pêşbînîkirin ku wekî her sal îsal jî bi pêşengiya partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl li gundên Robozikê û Bêcihê qurbaniyên komkjiyê bên bibîranîn.

Malbatên qurbaniyan her sal li ser goristana qurbaniyan banga edaletê dikin.

Tevî ku 13 sal di ser komkujiyê re derbas bûne heta niha jî kujerên ku biryara bombebaranê dane pîlotên balafirên şer û ew pîlotên bûne sedema kuştina 34 welatiyan Kurd nehatine cezakirin.

Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê doz red kir

Dadgeha Mafên Mirov a Ewropayê, herî dawî 17ê Gulana 2018ê bi hinceta ku parêzeran Doza Robozikê belgeyên pêwîst di dema xwe de amade nekirine dosyeya doza Komkujiya Roboskê red kir.

Redkirina dozê di navbera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Baroya Şirnexê de bûbû sedema aloziyan û wan hevdû bi xemsariya di dozê de tohmetbar kiribû.

Malbatên Robozikê wêneyên zarokên xwe heta niha jî ji ber sîngê xwe kêm nakin.

Wekî ezîzên ber dilê wan hîn jî li jiyanê bin wêneyên wan bi xwe re digerînin.

Malbata dixwazin edalet pêk were û tohmetbarên kokujiyê bên darizandin.

Kurdistan Haberleri

Wezîrê Bazirganiya Navxwe yê Sûriyeyê: Danûstandina bi HSDyê re ji bo yekparçeyiya Sûriyeyê ye
Arif Qûrbanî: Kurdistan çawa dikare mifayê ji Yekgirtûyê wergire?
HSD û HTŞ civiyan
Nêçîrvan Barzanî di peyama xwe ya sersalê de bangî partiyan kir
PWK serdana Baroya Batmanê kir