Nivîskar Konê Reş pirtûka “Cizîra Binxetê û Jîyana Rewşenbîrî" li Qamişlo imza kir. Roja duşembê 10.02.2025 Yekîtiya Rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê (HRRK) li bajarê Qamişlo merasîmeke îmzekirina pirtûkê bi navê “Cizîra Binxetê û Jîyana Rewşenbîrî”, ya nivîskar û helbestvanê kurd Kunî Reş li darxist.
Konê Reş rewşenbîr, nivîskar û helbestvanekî kurd e, di sala 1953an de li gundê Doda yê di navbera Qamişlo û Amûdê de ye, ji dayîk bûye. Navê Konê Reş yê rasteqîn Selmanê Osmanê Abdo ye. Ji e
Konê Reş, yek ji wan kesên destpêkê di qonaxa me ya nû de ye li Rojava ku piştî Osman Sebrî, Cegerxwîn, Tîrêj, Rezoyê Osê, Deham Ebdulfetah û hwd… ku bi zimanê kurdî nivîsandiye. Li her çar parçeyên Kurdistanê û li derveyî welêt berhemên wî hatine weşandin û belavkirin.
Ji berhemên wî herî dawî jî pirtûka bi navê ‘Cizîra Binxetê û Jiyana Rewşenbîrî’ ye. Ev berhem. lêkolîneke dîrokî li ser kantona Cizîrê û xebata rewşenbîrên wê di warê ziman, kiltûr, çand û wêjeya kurdî de ye. Herwiha di 10ê Sibatê/ 2025 de li HRRKê bi ahengekê hate îmzekirin.
Ev pirtûka wî bi kurdî hatiye nivîsandin, li ser jiyana çandî û rewşenbîrî ya herêma Cizîrê ye bi giştî û bi taybetî li ser Qamişlo û derdora wê radiweste. her wiha helbestvan Konê Reş diyar kir û got, armanca çapkirina pirtûkê ew e ku mîrata çandî ya kesên ku bi ziman û wêjeya kurdî re eleqedar in, were parastin, ji bo nifşên nû bibe referansek hêja. Di pirtûkê de çend mijar hene, ji wan rewşa zimanê kurdî piştî şoreşa Sûriyê, rê û resmên pîrozkirina Newrozê li Sûriyê, Û bandora nebûna perwerdehiya bi zimanê dayikê, ji bilî vegotina çîrokên gundên herêma Cezîrê yên wekî Hasadê, Xerab Kortê û Abrê. Konê Reş heta niha 33 pirtûk bi zimanên Kurdî û Erebî çap kirine, ku di wan de gelek babetên derbarê wêje û zimanê Kurdî de cih digirin.
Naveroka vê pirtûkê bi tevayî, li ser zîlana van mijaran dizîvire: Herêma Cizîrê (Binxetê) -Reseniya Kurdan di Cizîrê de -Di Sedsala Dawî de Rewşa Ziman û rojnamegeriya Kurdî -Zimanê Kovara HAWARê -Serhildana Wêjeyê Li Rojava -Rewşa Ziman Piştî 2011an -Cizîr Gencîneyeke ji Folklorê Kurdî re -Wêjeya zarokan li Cizîrê -Bi Kurt Kurmancî, Kiye Rewşenbîr -Hizir û Bîra Azad -Cejna Newrozê Li Rojava -Bandora Nexwendina Bi Zimanê Dê -Bandora Sirgûnê di Wêjeya Kurdî de -Giringiya pêwendiyên Welat û Sirgûnê -Giringiyên wergerê ji bo Kurdan -Rola dengbêjan û Jina Kurd di parastina zimanê Kurdî de -Bandora Kurdên Bakur li Kurdên Rojava -Bandora Serhildana Şêx Seîd -Hebûna mê di Zimanê me de ye û gelek babetên din... Pirtûk bi pêşgotina mamoste Xalis Musewer hatiye neqişandin û ji 230 rûpelî pêk tê. Pirtûk ji van lehengên pêşeng re hatiye diyarî kirin: Mîr Celadet Alî Bedirxan, Mîr Dr. Kamîran Alî Bedirxan, Cegerxwîn, Osman Sebrî, Qedrî Can û tev hevalên wan re. û Spasiyên gerim ji (Hevgirtina Rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê) re pêşkêş dike.