Konferansa Çaksaziya Wezareta Pêşmerge li dar ket

Xebat û libatên bo modernîzasyona hêzên Pêşmergê berdewam in. Îro bi amadebûna wezîrê Pêşmerge bi wekalet Kerîm Şingalî û nûnerên Hevpeymaniya Navdewletî li Dijî DAIŞê, Konfirasê Çaksaziya Wezareta Pêşmerge li Hewlêrê li dar ket.

Kerîm Şingalî di gotara xwe de ragihand ku bîrokeya çaksaziyê di Wezareta Pêşmerge de, yekem car di dîdareke Serok Barzanî û Wezîrê Bergiriya Birîtanya de hat behskirin, piştre ew bîroke bû pêşinyar û pilan ji bo reforma giştî ji Wezareta Pêşmerge re hatin danîn û Amerîka û Almanya jî amadebûna xwe ji bo piştevanîkirina wê piroseyê dan xuyakirin.

Şingalî diyar kir, ku komîteyek ji bo wê mebestê hat pêkanîn û navê wê kirin Borda Çaksaziyê û heya niha wê komîteyê 35 kombûn lidar xistiye, di gava yekem de, komîteyê pirojeyek ji 35 xalan ji bo çaksaziyê amade kir û Wezareta Pêşmerge razîbûna xwe li ser wî pirojeyî da.

Kerîm Şingalî zelal kir, ku yek ji pêngavên Wezareta Pêşmerge ji bo çaksaziyê, damezirandina Rêveberiya Çaksaziyê ye û niha hejmarek efser ji bo wê Rêveberiyê hatine veguhestin û beşdariyê di korsên taybet ên çaksaziyê de dikin.

Eşkere jî kir, ku ji koma 35 xalan ji pirojeyê çaksaziyê, 5 xal hatine bicîkirin û di dema pêş de wê kar li ser bicîkirina  8 xalên din bê kirin û pirose berdewam dibe heya bidawî bê.

KURDISTAN Haberleri

Li PAKa Wanê Bîranîna Mele Mistefa Barzanî
Li Batman PAKê bîranîna Barzanî
Êrîşî Baroya Amedê hat kirin
NY: Herî kêm 84 kes wexta ji DAIŞê direvîyan hatine kuştin!
Li Amedê avahîyek hate valakirin