Konferansa Neteweyî ya Rojavayê Kurdistanê dest pê dike: Daxwaza xelkê yekîtî ye

.

Li Rojavayê Kurdistanê partiyên Kurdan amadehiyên xwe bi dawî kirin û dê Konferansa Neteweyî bê li darxistin.

Armanca Konferansa Neteweyî ya Rojavayê Kurdistanê bihêzkirina yekîtiyê û çareserkirina nakokiyên navxweyî yên derbarê danûstandinên bi Şamê re ye ku demeke dirêj e berdewam dikin.

Nûnerê Serok Mesûd Barzanî Dr. Hemîd Derbendî, heyetên DEM Partî Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê jî li Rojavayê Kurdistanê ne û dê tevlî konferansaê bibin.

Encûmena Niştimanî ya Kurd a Sûriyeyê (ENKS) û Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) serkêşiya konferansê dikin.

Li gorî zanyariyên komîteya amadekara a konferansê dê ji bilî hemû nûnerên partiyên siyasî yên Rojavayê Kurditanê dê nûnerên taxên Kurdan ên Şam, Heleb, Hema, Bab û Ezazê jî tevlî konferansê bibin.

“Ji Başûr û Bakurê Kurdistanê şande li Qamişloyê ne”

Endamê Komîteya Amadekar a Konferansa Neteweyî ya Rojavayê Kurdistanê Telal Mihemed li ser konferansê ji Rûdawê re got:

 “Bi baweriya min dê 400 delege di konferansê de hazir bin dê gelek mêvan jî tevlî konferansê bibin.

Şandeyeke DEM Partiyê, Nûnerê Serok Mesûd Barzanî yê Rojavayê Kurdistanê, şandeyeke Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê jî hatiye Rojavayê Kurdistanê û ew jî dê tevlî konferansê bibin.

Bi dehan dezgehên medyayê jî ji bo konferansê hatine vexwendin. Ev tiştekî dîrokî ye cara yekem e li parçeyekî Kurdistanê konferanseke wisa tê lidarxistin. Em bi hêvî ne di bernameya xwe de di konferansê de em bi ser kevin.

Ez wisa texmîn dikim konferans dê 2-3 saetan berdewam bike.”

Di konferansê de dê belgeya lihevkirina siyasî dê ji 55 partiyên Kurd re bê xwendin, her wiha nerînên kesên beşdar dê bên wergirtin.

Berdevkê ENKSyê Feysel Yûsif li ser konferansê got, “Em dê nêrînên aliyan wergirin û pêşniyazên ku em erênî bibînin dê li wê belgeya xwe zêde bikin.

Em hêdî dikin konferans bibe bingeha wê yekê ku ziman û gotina miletê me yek be.

Di vê konferansê de dê endamên şandeya Şamê neyên hilbijartin.

Xelkê Rojavayê Kurdistanê bi geşbînî li benda lidarxistina Konferansa Neteweyî ya Rojavayê Kurdistanê ye.

“Em dixwazin êdî miletê me yekgirtî be”

Welatiyê bi navê Nûredîn Xaşo jî got, “Êdî divê xelkê me li Sûriyeyê bigihê mafên xwe û zilm û zordarî bi dawî bibe.

Rast e dereng e lê her çar parçeyên Kurdistanê piştgiriya vê konferansê dikin. Divê em heqê miletê xwe winda nekin û em hêvî dikin konferans serkeftî bi dawî bibe û yekrêzî di nav miletê me de pêk were.”

Di destpêka konferansê de dê Dîwana Konferansê were hilbijartin, piştre serkirdeyên Rojavayê Kurdistanê dê gotaran pêşkeş bikin.

Her wiha dê nameyên piştgiriya Konferansa Neteweyî ya Rojavayê Kurdistanê bên xwendin.

Dema xwendina beşên belgeyê dê konferans ji dezgehên ragihandinê were girtin.

Di dawiyê de piştî erêkirina belgeyê ji aliyê hemû partiyan, bi konferanseke rojnamegeriyê belge dê bê xwendin.

Kurdên Rojavayê Kurdistanê bi vê konferansê re dixwazin mafên xwe bi dest bixin aliyên siyasî yên Kurd xwedî yek helwest bin û dawî li zulma Kurdan were.

Kurdistan Haberleri

Resepsîyona Weqfa Îsmaîl Beşîkcî li Diyarbekirê
Encama Konferansa Neteweyî hat eşkerekirin
Serok Mesûd Barzanî: Îro ji bo gelê me derfetên gelekî baş derketinê holê
ROJAVA - Konferansa Neteweyî dest pê kir
Amerîka: Em piştgiriyê didin diyaloga Kurdan