Kongreya me ya Yekemîn a Asayî, di bin siya xemgîniya bûyerên Kerkûkê de kom bû.
Ji gelek bajarên Kurdistanê, ji Tirkiyê û Ewrupayê delegeyên PAKê beşdarî Kongreyê bûn.
Kongreya me du rojan dom kir. Delegên Kongrê di nav du rojan de xwînsarî, bixwebawerî, cesaret, tirs,şabûn, xemgînî û çend têgehên ku perçeyek ji jiyana me hemûyane, yek bi yek jiyan.
Gelek caran tirs bi xwe re mirin e; cesaret û xwinsarî jî mirovan ji mirinê xelas dike û ber bi hedefên wî dibe.
Zor bû, zahmet bû...Kongreya me bû bersiva vê zor û zahmetiyê.
Sibê di seat 10:00an de xwarziyê min ji malê ez girtim û me berê xwe da balefirgeha Hannoverê.
Sohbet û rêwîtiyek xweş destpêkiribû. Mijara me Kerkûk bû.
Bi dengê "xalo tekera taxsiya me teqiya“ sohbeta me hat birîn.
‘’Sakîn be Serqan, hêdî hêdî xwe bide aliyê şerîda emnîyetê’’
Serqan xortekî xwinsar û bi cesaret bû.Di wê otobanan qelebalix de xwe da aliyê "şerîda emnîyetê."
Rojane em rastî bûyerên bi vi rengî dibin. Ev yeka tê serê gelek kesî…Ya balkêş cîhê qazayê bû.
Texsîya me sekinî!
Kêfa me tê, em ji qezayek mezin xelas bûn!
Lê xemekê ez girtim. Ezê negihêjim teyara xwe û nikaribim beşdarî Kongreyê bim.
Ji dilê min nedihat ku ez hevalên xwe li Enqereyê bi tenê bihêlim. Di ev şertên dijwar bi wan re bûyin jibo min erkeka niştimanî bû.
Serqan gazî „ADCA“ kir. Heta ADCA were ewê derange be. Roja din civina me heye.
Min telefonî keça xwe Raperînê kir û min rewşa me pê da fêhmkirin.
Bersiva wê.
‘’Baba ji WhatsAppê cîhê ku hûn lê dimînin ji min re bişîne.“
Piştî demekê gula bavê xwe, Raperina min hat hawara me.
Li tekerê û li cihê ku em lêne mêzekir.
Gotina ewil ji devê derket, ‘’Ecêb e“ bû.
Sekinî...
‘’Baba hûn erzan xelas bûn, êdi di vê rêyê de neçe. Tu dizanî, cara berê jî tam li vir, di eynî cihî de me qezayek derbaskiribû û em ji mirinê xelas bibûn. Dîsa ji bo civineke we min te biribû balafirgeha Hannoverê“
‘’Tesadûfek balkeş e keça min’’.
Herdu xort di nav hevde bi almani dipeyivîn.
Ez fitilim aliyê wan: Serqan tu li vir bimine, bila Raperinê min bibe balafirgehê.
Raperinê bi henekan li Serkan vegerîya û got "Te dît Serqan qet me nafikire civîna xwe difikir e..."
Li ser rê Raperinê got :
"Baba Serqan ji bo te qeza derbas kir te wî li wir hişt…Xweş nebû.“
‘’Tu rast dibêje gula bavê xwe… hinek zu bajo pêl xazê bike,em dereng nemînin.
Ez gîham ser teyara xwe…Piştî rêwitiya 12 saetan ez li cihê Kongreyê bûm.
Ji alîyê yasayî ve em mecbûr bûn ku Kongrey xwe li Enqereyê li dar bixin.
Piştî demek dirêj em li Enqereyê bûn.
Gelek bîranînên min li vî bajarî hebûn!
Roja înîyê civina Meclisê û roja din kongreya me hebû.
Kongreya me sibê di seat 10:00 de bi rojevek têr û tije destpêkir.
Ji vekirîna Kongrê, heta rêvebirin û gengeşiyên Kongrê bi kurmancî û zazakî bû. Di bin ala Kurdistanê de me Kongreya xwe meşand.
Helwesta li Amedê û li Enqereyê wek hev bûn.
PAKê zewqa "hûn nikarin vî kari bikin."derxist.
Axaftin, pêşniyar û gengeşiyên li Kongreyê rê li ber xetimandina siyaseta Bakurê Kurdistanê vekir. Mizginiyek da.
Li dora hola salona Kongreyê serê her delegeyekî polisek hebû.
Ew dimena salên 1995an anî bira min.
Sal û wext çi dibe bila bibe rêbazên dewletê her wek hev in. Zor, zext, çav tirsandin, siyaseta dewletê ya ‘’milî’’ ye.
Ya balkeş û dibê mirov dest nişan bike her çar dewletên ku Kurdistandagir kirine bi refleksên parastina statuqoya xwe tev digerin. Li Enqereyê, tedbîrên ewlekarî û mesajên çav tirsandinê ji bûyerên Kerkûkê ne cuda bûn.Mesajek didan me.
Serok û delegeyên PAKê ji helwesta xwe, ji siyaseta xwe ya ruhê damezrandinê tu gav bi şûnde ne avêtin. Ala rengîn, xeml û pankartên salona Kongreyê û sirûda neteweyî nişana vê yekê bû. Axaftin û rêxnên avakar û yên xwedî perspektivên netewi bûn li hemberî siyaseta dewletên dagirker dest nişan dikir ku divê partiyên kurda jî bi vê reflexsê tev bigerin. Piranîya delegên PAKê behsa "Rabîa" ya PAKê kirin."Yên dikarin bibin yek bila bibin yek. Yên nikarin bibin yek bila tifaqê bikin.Yên nikarin tifaqê bikin bila di nav diyalogê de bin.Yên nikarin dîyalogan bimeşînin bila dijminatiya hevdû nekin."
Axaftina Serokê PAKê û agahdariyên li ser rewşa Kerkûkê û Başûrê Kurdistanê moralek da beşdarên Kongreyê.
Biryarên Kongreyê nexşeya sîyaseta PAKê diyar kir.
Kongreyeke ji alî neverok û axaftin û tespîtên siyasi gelek dewlemend bû.
Delegeyên PAKê bi nirxandinên berhemdar, bi fikir û ramanên xwe, bi perspektîfên Kurdistanî û bi moralek mezin vegerîyan ser karê xwe.
"Kerkûk dilê Kurdistanê ye"
PAK hêvîya Bakûrê Kurdistanê ye!