Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî li ser programa nukleerî ya Îranê civîneke girtî li dar xist.
Piștî îdiaya Ajansa Navneteweyî ya Enerjiya Atomê (IAEA), Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî li ser programa nukleer a Îranê pişt deriyên girtî civînek li dar xist.
Civîn ji alîyê Amerîka, Brîtanya, Fransa, Yunanistan, Koreya Başûr û Panamayê ve hat xwestin û hat îdiakirin ku programên nukleerî yên Îranê ji bo qada navneteweyî xeter e.
Li alîyê din, Rûsya û Çîn hewl didin ku vê meseleyê derveyî NYyê gotûbêj bikin û Çîn li ser zêdebûna uranyûmê ya li Îranê bi taybetî jî Serokê Amerîkayê Donald Trump sûcdar dike.
Nûnerê Çînê yê Neteweyên Yekbûyî Fu Cong got:
“Berî her tiştî ez vê dibêjim em piştgiriyê nadin civîneke wiha.
Ji ber ku ev mijar di IAEAyê de tê gotûbêjkirin. Ya duyem jî, li ser pirsa nukleerî ya Îranê, em hêvîdar in ku hemû alî bigihin hev û hewl bidin ku lihevhatinekê peyda bikin da ku rewşê aram bikin.
Em hemû dizanin ka çima rewş heta radeyekê hatiye. Amerîka di bin birêvebiriya Trump de cara yekem, ji JCPOA (Peymana 2015an di navbera Îran û Amerika ji bo nukleerî) vekişiya ku bi rastî jî rewş tevlîhev kir.
Di heman demê de, em dilgiran in ku ev peyman bi tevahî nehatiye bicihkirin jî lê em hîn jî hêvî dikin ku em bikarin dema sînorkirî ya ku berî roja bidawîbûnê ya Çiriya Pêşîn a îsal bi dest bixin ku lihevkirinek, peymaneke nû hebe ji bo peyman were rastkirin.
Ji ber vê yekê ez difikirim ku ew dê bibe çareseriyek lê bi rêya danîna zexta herî zêde ya li ser welatekî serfeftin nayê.”
Nûnerê Çînê diyar kir, ew hemû welatan teşwîq dikin ku bi hev re biaxivin û ew dê dawiya mehê, li Çînê jî civînekê di navbera Rûsya, Îran û Çînê de li ser programên nukleerî yên Îranê li dar bixin.
Li aliyê din, Amerîkayê jî bi awayekî nivîskî daxuyaniyek ji Tora Medya yî ya Rûdawê re şand.
Di daxuyaniyê de hat gotin:
“Serok Trump eşkere kir ku programa nukleerî ya Îranê metirsiyek e li ser aştî û ewlehiya navneteweyî ku Konseya Ewlehiyê ji bo parastinê erkdar e.
Birêvebirê Giştî yê Ajansa Navneteweyî ya Enerjiya Atomê (IAEA) ragihand, Tehran bi lez û bez bidestxistina uranyûmê pir zêde dike.
Di heman demê de ew yekane welatê cîhanê ye ku bêyî çekên nukleerî uranyûma pir dewlemend hildiberîne û armanceke wê ya aştiyane ya pêbawer jî nîne.
Amerîka dê bi tevahî bicihanîna stratejiya zexta herî zêde ya Serok Trump a li ser Îranê bidomîne û ew çekên nukleer yên Îranê qebûl nake.
Her wiha dê Îranê bê çavkanî bihêle da ku rejîm nikaribe çalakiyên xwe yên bêîstiqrar li seranserî cîhanê bi kar bîne.”
Rûdaw