Konsolê Brîtanya: Em bi vê asta otonomîya Herêma Kurdistanê kêfxweş in

Konsolê giştî yê Brîtanya li Herêma Kurdistanê ragihand, ew bi asta otonomîya Herêma Kurdistanê kêfxweş in û bang li Hewlêr û Bexdayê kir arîşeyên xwe çareser bikin.

Navenda Nûçeyan- Konsolê giştî yê Brîtanya li Hewlêrê, James Thornton îro di civîneka rojnamevanî de behsa pêwendîyên Hewlêr û Bexdayê kir û ragihand, ew piştevanîya danûstandinên navbera her du alîyan dikin bo çareserkirina tevahîya arîşe û pirsgirêkan.

James Thronton bang li hikûmetên Kurdistan û Iraqê kir pirsgirêkên girêdayî petrolê û bûdceyê çareser bikin û daxwaz û got, em bi vê asta otonomîya Herêma Kurdistanê kêfxweş in û piştevanîya wê dikin.

Wî dîplomatê Brîtanî behsa şerê DAIŞê jî kir û bang li hêzên Pêşmerge û artêşa Iraqê kir hemahengîyên xwe zêde bikin da ku bikarin li wan deverên ku valahîya ewlehîyê heye, rûbirûyê DAIŞê bibin.

Basnews

Siyaset Haberleri

Parlamentoya Îraqê biryar da ku Helebce bibe parêzgeh
Nêçîrvan Barzanî û Ehmed Şer civiyan
NYT: Li Sûriyê zêdetirî 100 kargehên çekên kîmyewî hene
Şanda Rêveberiya Parêzgeha Helebê serdana ENKSê kir
Rêber Ehmed: Kurdistan pabendî rûbirûbûna tawanên rêkxistî û torên bazirganîkirina bi mirovan e