Konsulê Almanyayê: Em ji bo vegera bi rûmet a Êzidiyan dixebitin

.

 Konsulê Giştî yê Almanyayê yê Herêma Kurdistanê Albrecht von Witke diyar kir ku welatê wî hewl dide jîngeheke ewle û birûmet ji bo vegera Êzidiyan ava bike.

Konsulê Giştî yê Almanyayê yê Hewlêrê Albrecht von Wittke ragihand ku ew bi awayekî aktîf piştgiriyê didin her du desthilatên navxweyî yên li Îraq û Herêma Kurdistanê dikin ji bo afirandina şert û mercên guncaw.

Wittke her wiha ragihand ku piştgiriyê didin projeyên jinûveavakirin û dabînkirina pêdiviyên sereke û sektora tenduristiyê.

Wittke tekez kir ku Almanya nikare ewlehî û mercên aborî dabîn bike lê berdewam bi hikûmetên Îraqê û Herêma Kurdistanê re kar dike ji bo piştgiriya vegera Kurdên Êzidî.

Li aliyê din, Wittke amaje bi wê yekê kir ku welatê wî bi berdewamî kar dike ku pirsa Êzdiyan zindî bihêle û hewl dide bi hevkariya aliyên peywendîdar jiyaneke hêja ji bo vegeriyan dabîn bike.

Kurdistan Haberleri

Semînerek li ser ola êzdî tê li dar xistin
Ji Firat Epozdemîr re 15 sal cezayê girtîgehê hat xwestin
Wezareta Karên Derve ya Rûsyayê li ser Sûriye û Tirkiyeyê daxuyanî da
Serok Barzanî û Aras Hebîb danûstandinan li ser rewşa siyasî ya Îraqê dikin
Serok Barzanî: Berpirsyariya herî mezin dikeve ser milê PDK û YNKyê