Konsûlê Amerîka: Avakirina konsûlxaneya herî mezin nîşaneya mayîna me ya li Kurdistanê ye

.

Konsûlê Giştî yê Amerîka yê li Hewlêrê Irvin Hicks Jr.îro 4ê Çileyê di civîneke rojnamevanî de, ragihand ku avakirina konsûlxaneya herî mezin a Amerîkayê nîşaneya wê ye ku em ê li Herêma Kurdistanê bimînin.

Hicks got, wê di sala 2023yan de jî serdanên rayedarên payebilind ên Amerîkayê bo Herêma Kurdistanê berdewam bikin û got: “Hatina rayedarên payebilind ên Amerîkayê bo Herêma Kurdistanê û avakirina konsulxaneya herî mezin a welatê me, nîşaneya wê yekê ye ku em ê li Herêma Kurdistanê bimînin.”

Irvin Hicks Jr. di civîna rojnamevanî ya Hewlêrê de, bal kişand ser rêkeftina navbera Wezareta Berevaniya Amerîkayê û Wezareta Pêşmerge û got: “Em dixwazin Pêşmerge li ser lingên xwe bisekine û rûbirûyî gef û metirsiyên DAIŞê bibe. Eger gefên DAIŞê dawî bibe, xelkê ku aware bûne, bi dilniyayî dikarin vegerin cih û warên xwe.”

Konsulê Giştî yê Amerîka diyar kir: “Em pêşwaziyê li hevahengî û xebata hevbeş a Wezareta Pêşmerge ligel tîma me ya serbazî dikin, da ku gefên DAIŞê dubare nebin û em di parastina welatiyên vê herêmê de dilniya bin.”

Herwiha Hicks Jr. li ser pêwendiyên navbera Hewlêr û Washingtonê jî got: “Sala derbasbûyî hejmarek rayedarên payebilind ên Amerîkayê serdana Herêma Kurdistanê kirin û îsal serdan dê berdewam bin. Ev pêwendî û têkiliya Amerîkayê ya ligel Herêma Kurdistanê heye, di asta bilind a wezaretan û kongresman de ye.”

Kurdistan Haberleri

Edebiyat û reşbînî
Ji bo Hevşaredara Dêrsimê biryara desteserkirinê hat dayîn
Ciwanekî Kurd ê Êzidî ji destê DAIŞê hat rizgarkirin
AK Partî: Di destûra nû de mafê zimanê dayikê û efûya giştî tune ye
'Hewlêr û Bexdayê li hev kirine, hinardeya petrolê di nêz de dest pê dike'