Konsûlê Giştî yê Holalndayê li Hewlêrê Jaco Beerends dibêje, aloziyên siyasî yên li Herêma Kurdistanê rêformên hêzên Pêşmerge rawestandiye. Beerends got ku dema aloziya siyasî di navbera her du partiyên siyasî de hebe, rêkxistina hêzên Pêşmerge zehmet dibe. Herwiha Beerends diyar kir ku ew dê di Gulana sala bê de şêwirmendên xwe ji Iraqê vekişînin û hewl bidin girêbesteke nû ji bo alîkariya hêzên Pêşmerge îmze bikin.
Konsûlê Giştî yê Holendayê li Herêma Kurdistana Iraqê Jaco Beerends di hevpeyvîneke ligel bernameya Nûroj ya Rûdawê ku Hewraz Gulpî û Sureya Hesarî pêşkêş dikirin, behsa karê xwe li Herêma Kurdistanê û peywendiyên Herêma Kurdistanê û Hollandayê kir.
Konsûlê Giştî yê Hollandayê li Herêma di derbarê bombebarana Îranê ya li ser Herêma Kurdistanê de got “Em pir hewl didin piştevaniya vê hikûmetê û derketina wê ya dijî van êrîşan bikin.” Herwiha daxwaz ji aliyên Kurdî dike ku yekdeng bin daku hem li Bexdayê û hem jî li ser asta navnetewî bihêz bin
Rûdaw: Hûn welatê gulan in lê di ofîsa we de gulên xweş nînin, gelo jîngeha Kurdistanê ji bo gulên Hollandî ne guncaw e?
Jaco Beerends: Jîngeha Herêma Kurdistanê bo gulan pir guncaw e, bi taybetî ku niha em di zivistanê de ne ev pirsgirêk tine. Ez difikirim ku ew bêtir bi me ve girêdayî ye ku em niha pir mijûl in û ji ya ku em li vir bêtir wext li derveyî ofîsa xwe derbas dikin. Ji ber vê yekê, erê hûn rast dibêjin, nebatên me hene, lê gulên me tinin.
Rûdaw: Dema ez hatim hundir, min du karton hinarên Kurdistanê dîtin. We hinarên Kurdistanê tam kiriye?
Jaco Beerends: Hinarên ku hûn behs dikin diyariya OfîsaSerokwezaretiya Herêma Kurdistanê ne. Ya rast, ev cara duyemîn e ku me hinar wekî diyarî werdigirin. Tehma wê gelekî xweş e. Bi ya min Serokwezîr ji bo hinardekirina berhemên Kurdan ji bo deverên din ên herêmê hewldaneke baş kiriye. Zêde eleqeya me bi hinarê re nîne, lê em li qadên din ên çandiniyê dixebitin. Em zêdetir di warê kartolan de dixebitin. kartolên wekî xwarina çandiniyê.
Rûdaw: Hûn hewl didin ku di paşerojê de hinarên Kurdistanê bişînin Hollandayê?
Jaco Beerends: Tişta ku em hewl didin bikin ev e ku em di bazirganiyê de zêde veberhênan nekin, wek mînak, hinar û warên din. Helbet, bazirganên we hene ku bi rêya wan berheman hinardeyî herêmê û welatên din dikin. Tiştê ku em zêdetir hewl didin, veberhênana di çandiniyê de ye, ku bi baweriya me dikare berheman ji bo herêmê û welat bi xwe peyda bike. Ya rast ew e ku Herêma Kurdistanê gelek fêkî û sebze ji welatên herêmê werdigire... Ji Tirkiye û Îranê tên. Di demeke ku berhemên Herêma kurdistanê bi xwe jî bi temamî nayên belavkirin. Wê demê tişta ku em hewl didin bikin ew e ku di van waran de veberhênan were kirin û piştrast bikin ku Herêma Kurdistanê ji wî alî ve weke bazareke herêmî hildiberîne, ji ber vê yekê ne ew qas ji bo hinardekirinê.
Rûdaw: Niha kîjan berhema herêmî ya Herêma Kurdistanê bo Hollandayê tê hinardekirin?
Jaco Beerends: Hin berhem ji Hollandayê ra dihên hinardekirin, lê ez dê careka din bibêjim ku tişta ku em bêtir hewl didin bikin veberhênana teknolojîyê û gelek rêyên modern yên hilberandina xwarinê ye. Eger tu destûrê bidî min, ez mînakekê bidim te: Ya ku em hewl didin bikin ew e ku teknîka cotkirina firingiyan a li vî welatî gelekî berhemdartir bike. Ji ber vê yekê hûn belkî dizanin ku av pirsgirêka herî mezin e, nemaze di derbarê guherîna avhewa de, her ku diçe av dibe pirsgirêkek mezin. Ji ber vê yekê ya ku em dixwazin bikin ev e ku teknîkên nû bînin, mînakî çandiniyên taybetî yên ku di axê de şîn nabin, lê di qatên sûnî de şîn dibin ku em avê vedigerînin. Ev tê wê wateyê ku eger hûn xorakê bi vî awayî mezin bikin, li şûna ku hûn serê kîloya firingiyan 60 lître av bikar bînin, hûn bi vî rengî çar lître av bikar tînin. Ji ber wê jî hewl tê dayîn ku bi teknîkên nû û bi awayên nûjen alîkariya Herêma Kurdistanê di berhemanîna xwarinên çandiniyê de bikin.
Rûdaw: Hûn li ser çend projeyan li Herêma Kurdistanê kar dikin?
Jaco Beerends: Di di warê çandiniya xorakê de, bi şêweyekî sereke sê stûnên me yên cûda hene. Stûna yekem ew e ku di siyaset çandiniyê de piştevaniya Hikûmeta Herêma Kurdistanê bikin. Ji ber vê yekê em hewl didin siyaseta Wezareta Çandiniyê ya ji bo pêşxistina tevahiya sektorê pêş bixin. Stûna duyem jî ew e ku çend zeviyên me yên ezmûnî hene û em hewl didin ku cotkar û xwendekar fêrî teknîkên cuda yên hilberîna xwarinê bibin. Stûna sêyem jî ew e ku em bi çend kompanyayan re veberhênanan dikin û van teknîkan ji bo hilberîna xorakê bikar tînin, wek mînak ji bo pîşesazîya kartol di çandina kartol de gelek zincîreyên me hene. Gelek aliyên me hene ku me ji Hollandayê hawirde kirine. Ev tê wê wateyê ku me ji çandina tovan bigire heya hilanîn û hilberîna çîpsên kartolê li ser her tiştî xebitine.
Rûdaw: Projeya we ya pirteqalan li Herêma Kurdistanê heye, hûrgiliyên wê projeyê çi ne?
Jaco Beerends: Projeya pirteqalan projeyek e ku em tê de bala xwe didin ser karsazên ciwan. Tiştê ku em hewl didin bi rêya pirteqalê bikin ew e ku em paketekê pêşkêşî karsazên ciwan bikin, karsazên kurd, ku xwedî fikra karekî ne, lê bi awayekî ne xwediyê agahdarî û pisporiya rast in ku bikin û bi ser bikevin. Ji ber vê yekê tişta ku em dixwazin bikin ew e ku pêşî wan di pêşnîyazên herî baş da hilbijêrin; paşê em wan rêberî dikin û paşê em hewl didin wan perwerde bikin. Piştre em alîkariya wan dikin ku di karên xwe de pêş bikevin. Hin ji van karan gelekî serketî bûn û ne ewqasî zêde ye ku yek ji karsazan karê xwe bi dolarekî baş firot. Yên din jî berdewam dikin. Em di bingeh de hewl didin ku alîkariya vê herêmê û hukûmeta wê bikin da ku jîngehek pêşkeftî ku tê de karsaziya sektora taybet dikare ava bike ava bikin. Ji ber vê yekê li gorî min li vir li Herêma Kurdistanê gelek pêwîst e.
Rûdaw: We wekî konsolek nû çi kiriye? Karê we yê pêşîn? Hûn çawa hewl didin ku peywendiyên di navbera Herêma Kurdistanê û Holandayê de pêş bixin?
Jaco Beerends: Erê, ez difikirim ku heke hûn li cîhek nû bibin dîplomat, her dem dîroka tiştên ku hatine kirin û tiştên ku divê werin kirin heye. Tiştên ku hûn bi xwe jî jê hez dikin û dixwazin li karê xwe zêde bikin jî hene. Derbarê beşa yekem de, beşeke mezin ji karê me li vir şêwirmendî ye, ji ber ku hejmareke zêde ya Kurd-Hollandî li vir heye. Ji ber vê yekê, me bi hejmarek şêwirmendan re li hev kir, ku beşek ji xebata me ya giştî ye. Herwiha karê me yê din jî ew e ku me behsa çandinî û pêşxistina sektora çandiniyê kir. Em hewl didin ku bi qasî ku ji destê me tê li ser zemînek taybetî bisekinin, ji ber ku em difikirin ku ew pir biaqil e û gelek hêz heye ku li ser qadek taybetî bisekinin, ne ku di heman demê de her tiştî bikin. Yanî tişta ku di destê me da ev e. Ya sêyem ew e ku em li vir li herêma Kurdistanê li ser kerta ewlehiyê gelek kar dikin. Ji ber vê yekê yek ji çalakiyên me yên sereke ew e ku em li ser çaksazîkirina Pêşmerge kar dikin, ku ez bawer im hûnê di hevpeyvînê de fêm bikin. Herwiha ewlehî û aramiya Herêma Kurdistanê ji bo me gelek girînge û ji bo Herêma Kurdistanê bixwe jî gelek girînge. Ji ber vê yekê yek ji mijarên mezin e ku em li ser dixebitin. Ji ber vê yekê ez bi van mijaran pir kêfxweş im û ez hêvî dikim ku li vir bi civakê re têkildar bibim, ji ber ku li gorî min weke kesekî ku nû hatiye ez kêfxweş im ku bi gelê Kurd re têkildar im. Ew xelkekî baş û vekirî ye û ev ji bo min xweş e.
Rûdaw: Hûn ji reformên Wezareta Pêşmerge razî ne?
Jaco Beerends: Erê û na. Hin tişt hene ku dikarin bên başkirin, lê divê em ji bîr nekin ku me gelek xebat temam kirine. Di hevdîtina xwe ya dawî ya li gel Serokwezîr de, bi ya min wî karekî baş kiriye û got ku ev pêvajoyek e û dê berdewam bike, lê hêdî ye, lê aram e. Ji ber vê yekê di pêvajoyek dirêj û hêdî û domdar de hûn bilind û niziman dikin, ji ber ku carinan tişt hene ku pir dijwar dibin û carinan hene ku tişt pir zû diçin. Ji ber vê yekê niha ez difikirim ku em di qonaxek de ne ku tişt pir dijwar in. Bi rastî pir dijwar in ji ber ku aloziya siyasî heye. Îcar aloziya siyasî li navbera du partiyên siyasî yên sereke di rê de wer dike ku reforma li nav her du hêzên 70 û 80 ku armanca sereke ya reforma li nav Wezareta Pêşmerge ye ji bo ku li jêr sîwanekê werin bicihkirin, di vê demê de pir dijwartir bibe. Vêga rawestanek di pergalê de heye, lê em pir li ser wê yekê rijd in ku em dest pê bikin û piştrast bin ku em li cihê me li şûn hiştibû dest pê bikin.
Rûdaw: Niha wezîrê pêşmerge dewam nake. Bi nêrîna te, YNK û PDKê li ser yekkirina hêzên pêşmergeyan rijd in?
Jaco Beerends: Erê, ez piştrast im ku ew wiha ne. Bi dîtina min, her du alî fam dikin ku ev yek zaf pêwîst e û tiştekê giring e. Tiştekê giring ew e ku hikûmeta Herêma Kurdistanê ji me xwestiye em vî karî bikin. Lewra di hevpeymaniyê de, bi amerîkî, brîtanî, almanan û me re, vê hikûmetê daxwaz ji me kir ku em di reforma pêşmergeyan de pê re bixebitin. Îcar ev jî karekê giring e, çunke çaksazî ji vir tê kirin. Bila ez vêga werim ser bersiva pirsa te. Ez hîna pabendî wê rastiyê me ku dê di dawiyê de ji her du partiyan re jî tekez bibe ku ev yek di qezenca wan de ye. Çunke heger tu li wêneya mezin binêrî, wek mînak, tu yê bibînî pirsgirêkên ku li vir li Iraqa federal hene û tu paşê jî li Herêma Kurdistanê û hikûmeta vir mêze bikî, li gor Bexdayê, êdî pir giring e ku tu bi hevdengî bipeyivî. Êdî zaf giring dibe ku tu hevgirtî bî. Li gor min, her du partî vê yekê fam dikin. Ez ne tenê qala wan bandoran dikim ku ji bo aramiyê pir pêwîst in. Îcar gelê kurd hevgirtî ye. Lewra bi nêrîna min her du partî vê yekê dibînin û li gor wê tevdigerin.
Rûdaw: Heger hûn niha bi YNK û PDKê re bicivin, hûn ê li ser nakokiyên wan çi ji wan re bibêjin?
Jaco Beerends: Bi baweriya min, ev yek ne di berjewendiya me tenê de ye. Lê pir zêdetir di berjewendiya kurdan de ye jî ku hevgirtî bin û cudahiyên xwe nehêlin. Her wiha berê demekê, dema ku wezîra me ya berevaniyê seredana vir kir, ji me re eşkere bû ku em li ser vê reforma pêşmergeyan û rola şêwirmendên me yên ku di vê programê de hene, rijd in. Her wisa me ev yek jî bi tevayî zelal kir ku pêwîstiya me bi yekîtiya navbera her du partiyan heye ji bo ku em bikarin vî erkî sergihayî bikin. Çunke heger ew jîngeh nebe, dê hingê erkê me mîna şêwirmend pir zehmet bibe. Bi nêrîna min, sîsika dîplomasiyê, dema tu dinêrî dîplomatkarek çi dike, ew e ku tu li aliyên hevpar bigerî. Lewma em hewl didin destnîşan bikin ku heta niha tiştê herî giring ji bo kurdan û Herêma Kurdistanê ew e ku hevgirtî bin. Her wiha ev yek di qezenca me de ye jî, ji ber ku heger Herêma Kurdistanê ne aram be, ku heta niha bi Iraqa federal re aram bû, di qezenca me de ye jî li pêşber penaberan, nexwe em ê jî di metirsiyê de bin. Lewra li vir qezenca me ya hevbeş heye.
Rûdaw: Hûn hêza DAIŞê li Iraqê çawa dinirxînin?
Jaco Beerends: Ez di wê baweriyê de me ku DAIŞ ji nav neçûye. Her wisa em niha li gor berî 3-4 salan di rewşeke cuda de ne. Ez ne şehrezayekê leşkerî me, ez dîplomatkar im. Lê bi nêrîna min, di cihê xwe de ye ku ez bibêjim me şer bir, lê em hîna neqediyane. Hîna gelek cihên ku DAIŞ lê derdikeve hene. Îcar her wisa hîna karê me bi hejmareke zêde ya cengawerên berê û kesên ku di bin destê DAIŞê de bûn heye. Pêdiviya me pê heye ku piştrast bibin ku bernameya me ya dirust ji bo vê yekê heye. Wek mînak, em wan vedigerînin nav civakê, lê tevî vê yekê jî divê em derbarê tundûtîjiyên ku li gelek deveran derketine holê, pir miqate bin. Di vî warî de, em ê li ser tiştê ku pêwîst e bê kirin pir rijd bin. Em hîna beşek ji Hevpeymaniya Dijî DAIŞê ne jî.
Rûdaw: Qebareya hevkariyên we ji bo pêşmergeyan çiqas e?
Jaco Beerends: Li vir qebareya hevkariyên ji bo şêwirmendan sînordar e. Şêwirmendiya me ya stratejî û leşkerî heye û bi şêweyeke sereke ev ew şiyana leşkerî ye ku em didin. Tevî vê yekê jî, berî çend salan derdora 130 heta 140 leşkerên me yên Holendî jî li Firokexaneya Hewlêrê hebûn, lê bala wan ne li ser reforma pêşmergeyan bû, lê ew beşek ji Hevpeymaniya Dijî DAIŞê bûn. Em ê ji gulana sala bê bi şûn de li ser wan bixebitin. Di çend salên borî de, zêdetirî 100 leşkerên me li vir bûn û em ê ji gulana bê ve wan hino hino bibin û dibe ku hevpeymaniyeke nû vê yekê bigire dest.
Rûdaw: Herêma Kurdistanê çend caran ji aliyê Îranê ve hat bombebarankirin, ew deverên ku kesên sivîl jî lê dijîn hatin bombebarankirin, gelo helwesta Holendayê li hember wê bombebaranê çi ye?
Jaco Beerends: Jixwe me niha qala aramiya vê herêmê kir, lê me behsa kiryarên navxweyî kir. Niha tu dabaşa wê ewlekariya ku ji derveyî herêmê tê dikî, ango ji welatên din, wek nimûne Îran. Em pir hewl didin piştevaniya vê hikûmetê û derketina wê ya dijî van êrîşan bikin. Bi rastî baweriya Holendayê bi yasayên navdewletî heye. Baweriya me bi wê rastiyê heye ku mafê welatên xwedî serwerî heye berevaniyê li xwe bikin. Îcar ji ber ku em piştgirîya van prensîban dikin, her wisa em piştevaniya hikûmeteke xwedî serwerî jî dikin ku dijî van êrîşên ku ji derve tên kirin, dengê xwe bilind bike. Em her bi vê baweriyê, qasî ji destê me bê, em ê hewl bidin piştgiriya hikûmeta we bikin.
Rûdaw: Tu rewşa mafên mirovan û azadiya çapemeniyê li Herêma Kurdistanê çawa dinirxînî?
Jaco Beerends: Jixwe berî her tiştî, li gor min, mafên mirovan mijareke herî giring e. Her wiha em li ser vê mijarê bi hikûmeta Herêma Kurdistanê re axivîne. Bi taybetî li vê deverê ku sal bi sal rewşa dijwar a şer hebû û xelk hatin zêrandin û îşkencekirin, êdî mafê mirovan beşeke sereke ye ku pêwîst e guhdan bê pê kirin ji ber ku mafê mirovan tiştekê pir binirx e û divê were parastin. Merivên ku nikarin xwe biparêzin, pêdiviya wan pê heye ku bi taybetî bi rêya mafên mirovan werin parastin. Baweriya me gelekî bi van prensîban heye. Her wisa baweriya me pir bi wê yekê jî heye ku pir giring e heger tu bixwazî gendeliyê nehêlî, divê tu ji van prensîbên mafên mirovan dest pê bikî, çunke her kesê bi destê gendeliyê binale û bixwaze lêpirsînê li gendelkaran bike, pêwîstiya wî/wê bi hêzeke mezin û bi berevaniyê çêdibe. Timî wer bûye ku ew lawaz bûn û pêdiviya wan bi mafên mirovan heye wan biparêze heçku dixwazin şerê gendeliyê bikin. Heger ne wisa be, ew bi sanahî nayên qelskirin û dadgehkirin. Azadiya raderbirînê jî bi heman awayî pir girîng e. Baweriya me bi medya û çapemeniya azad heye. Bi dîtina min, girîng e ku medya xwe bi şêwazeke tam azad îfade bike; lê dîsa jî sînor hene. Wek mînak, sînorê azadiya raderbirînê li wî cihî ye ku kesek gazî xelkê bike ji bo ku tundûtîjiyê bikin yan gefên rasterast bin. Bi nêrîna min, ev aliyê sêyem e û pêwîst e biryar jê re bê derxistin ka sînor li ku ne û sînorê azadiya raderbirînê heta ku derê ye ku ev jî karê dadgehê ye diyar bike ka çi destûrdayî ye û çi qedexe ye. Ez di wê baweriyê de me ku ev di demokrasiyeke azad de tuxmên sereke yên geşbûnê ne û ji bo ku wiha bikin demokrasî hebe.
Rûdaw: Hindek caran nûnertiyên dewletan li Herêma Kurdistanê li ser sînordarkirina azadiya raderbirînê hikûmeta Herêma Kurdistanê rexne kirine. Gelo we rexneyên xwe gihandine hikûmeta Herêma Kurdistanê, ma ji bo nehiştina dilgiraniyên we hikûmetê ti kar kiriye?
Jaco Beerends: Erê. Bi nêrîna min wisa kiriye, çunke giringtirîn tişt ew e ku hûn li ser van pirsgirêkan bi hev re bipeyivin. Tiştê ku ez heta niha dizanim ew e ku hikûmeta Herêma Kurdistanê qebûlker e û dikare û dixwaze li ser van mijaran biaxive. Dema dostê te…ku bi baweriya min Holenda û Herêma Kurdistanê gelekî dost in. Têkiliyeke me ya dostane û hevbeşiyê heye. Em hevalên baş in di tiştên ku em hewl didin sergihayî bikin. Heval dikarin hev rexne bikin. Hindek caran çêdibe ku heval di hemû hûrkariyan de ne hevnêrîn bin. Pirs ev e, gelo ew dikarin gengêşînê bikin? Gelo dikarin li ser van pirsgirêkan biaxivin? Em bi hikûmeta Herêma Kurdistanê re dikarin. Lewra rêyek ji bo hevbandorkirinê heye. Em dizanin ku em ê ne hertim hevnêrîn bin. Her çiqasî em di gelek pirsgirêkên din da hevnêrîn in, lê heger em ne hevnêrîn bûn, em ê hevalekê peyda bikin ku em bikarin pê re biaxivin û dilgiraniyên xwe bigihîninê.
Rûdaw: Dayina vîzeya Holendayê ji bo hemwelatiyên Herêma Kurdistanê gelekî zehmet e, çima wisa ye?
Jaco Beerends: Ev rast e. Ji ber ku di vê demê de bi tenê vîzeya me ya bazirganî heye. Lewma di vê demê de derfeta me ji bo takekes nîne ku nola geştyarekê geştê bike. Ev di vê demê de biryareke ewlehiyê ye ku ji aliyê hikûmetê ve hatiye dayîn. Îcar li Ewropayê welatên din hene ku vîzeya geştyarî didin, lê me biryar daye ku em di vê gavê nedin. Dibe ku ev di siberojê de biguhere, lê ez tiştekê li ser nizanim û nikarim we piştrast bikim. Lê ev beşek ji wê gotûbêjê ye ku me bi hikûmeta vir û bi hikûmeta Iraqê re kir. Gelek pirsgirêkên din hene ku têkildarî vê pirsa vîzeyê ne ku bi gelemperî têkildarî gotûbêjeke berfireh li ser koçberan e.
Hevpeyvîn: Rûdaw