Konsulê Macarîstanê: Em parastina ax û xelkê Kurdistanê de dê berdewam bin

.

Konsulê welatê Macarîstanê (Hingarya) li Herêma Kurdistanê ragehand: ‘’Welatê me beşdare li Hevpeymaniya Navnetewî ya dijî DAIŞê û emê berdewam di parastina ax û xelkê Kurdistanê ya li dijî teror û terorîstan.’’

Wezareta Karûbarên şehîd û enfalbûyan di daxuyaniyekî de ragehand: ‘’Wezîrê Karûbarên Şehîd û Enfalbûyan Ebdula Hacî Mehmûd û Konsulê Giştî yê Hingarya li Herêma Kurdistanê civiya û di hevdîtinekî de Wezîrê Karûbarên Şehîd û Enfalbûyan balkêşaye awayên cîhbicîh kirina xizmetguzariyên ji bo kesûkarên serbilind ên şehîd û enfalbû û girtiyên siyasî û berketiyên çekên kîmyayî û rizgarbûyên jenosîdê li Herêma Kurdistanê.’’

Herwaha hat ragehandin: ‘’Wezîr balkêşaye ser dîrokê û gelê Kurdistanê gelek aştîxwazê navçeyê bûye, eger hatibe naçarkirin bo helgirtina çek, ew tenê ji bo berevanî li xwe kirin bûye, herwaha parastina ziman û çanda xwe bûye, ku ew jî mafekî yasayî û asayî yê her gel û neteweyekî ye li gor rêkeftin û peymanên navnetewî.’’

Daxuyaniyê de hat gotin: Konsulê giştî yê Macarîstanê Atîlla Toth jî keyfxwaşiya xwe nîşandaye ji ber serdana ji bo gel Wezîrê Karûbarên Şehîd û Enfalbûyan û bi giringî ve hewldanên wezîr û wezaretê bilind nirxandiye û pêwîst zaniye ku wezaret berdewam be ji bo ku wan karesat û jenosîdên li ser gelê kurd hatine neyên piştguh kirin û hemû rê û tevdîr bên girtin ku bîr û hizra nifşên naha û yê paşerojê de jî bimîne û kar bikin bo rêgiriya dubare nebûna wan.’’

Konsulê Macarîstanê diyar kir: ‘’Bi keyfxweşî ve welatê me beşdare di Hevpeymaniya dijî DAIŞê de û berdewam jî dibe bo parastina ax û xelkê Kurdistanê ya ji teror û terorîstan.’’

Kurdistan Haberleri

2 Kurdên Êzidî yên ku ji aliyê DAIŞê hatibûn revandin vegeriyan Başûrê Kurdistanê
Serokkomariya Sûriyeyê li ser Konferansa Neteweyî ya Rojavayê Kurdistanê daxuyanî da
MÊRDÎN - 50 saliya nivîskariya Berken Bereh hat pîrozkirin
Jineke ji Rojhilatê Kurdistanê ferhenga Kurdî ya termên yasayî amade kiriye
Metran Beşar Werde: Beşdariya Nêçîrvan Barzanî ya li Romayê şanazî ye ji bo Xiristiyanên Kurdistanê