Li navçeya Kuluyê ya parêzgeha Konyayê ya Tirkiyeyê ji bo Kurdî komeleyek hat avakirin.
Kurdên Anatolyaya Navîn ji bo parastin û bi pêşxistina zimanê xwe bi merasîmekê "Komeleya Ziman, Çand û Hunerê ya Konê" vekir.
Serokê Komeleyê diyar kur, zimanê wan rûbirûyê tinebûnê bûye û bangî hemû Kurdên Konyayê kir da ku li xebatên komeleyê xwedî derkevin.
"Ziman bêyî dengkirin û nivîsandinê dewlemend nabe"
Serokê Komeleya Ziman, Çand û Hunerê ya Konê Rojvan Uludag got:
"Zimanê ku pê neyê dengkirin, xwendin û nivîsandinê dewlemend nabe mixabin.
Ji bo ku zimanek dewlemend bibe, gerek e em pê edebiyatê bikin, pê felsefeyê bikin, pê deng bikin û bixwînin.
Zimanek bi vî şiklî dewlemend û zengîn dibe. Em jî wekî Komeleya Konê dibêjin, werin komeleya xwe bi Kurdî bixwînin, binivîsînin û deng bikin."
Nivîskar û helbestvanê navdar ê Anatolyaya Navîn Mem Xelikan jî beşdarî merasîma vekirina komeleyê bû û piştgiriya ciwanan kir.
"Kurdên Anatolyaya Navîn Kurdayetiya xwe ji bîr nekiriye"
Nivîskar û Helbestvan Mem Xelîkan wiha anî ziman:
"Kurdên Anotolyaya Navîn çend sal in hatine vira, ji ber gelek sedemên cur bi cur.
Gerek bi sirgûnî, gerek ji ber aborî û sedemên civakî ji welatê xwe hatine veqetandin û li vê derê bi cî û war bûne.
Em pesnê xwe didin û dibêjin Kurdên Anatolyaya Navîn Kurdayetiya xwe ji bîr nekiriye.
Wekî Kurd li vir jiyan kirin û berdewam kirin. Zimanê xwe parastin, çanda xwe parastin, folklore xwe parastin."
Hunermend Serbulent Kanat jî bi stranên xwe merasîma vekirina komeleyê şên kir.
"Em gotinên Tirkî û Erebî ji nav zimanê xwe bigirin"
Hunermend Serbulent Kanat got, "Em roj bi roj winda dibin. Ez pir diêşim.
Nika ku em 10 heval têne navberekê, em dibêjin wateya vê şorê çibû.
Em dibêjin mezinên me ev gotin dikirin. Em her ro Tirkî li zimanê xwe diqelibînin.
Heta ji destê me hat, em gotinên Tirkî û Erebî ji nav zimanê xwe bigirin û zimanê xwe zelal û şîrîn bikin."
Di serî de li Konyayê li bajarên wekî Enqere, Kirşehir, Yozgat û Çorumê hejmareke zêde ya Kurdên ku hatine sirgûnkirin heye.
Tevî ku berî bi sedan salan ji Bakur û Başûrê Kurdistanê bi zorê hatine sirgûnkirin heta niha ziman û çanda xwe ji bîr nekirine.