Korbenda Davosê îro dest pê kir

Korbenda Aborî ya Cîhanî ya Davosê îro li bajarokê Davosê yê Swîsê di demekê de dest pê kir, ku îsal 50 sal di ser damezrandina wê korbenda cîhanî re derbas dibe.

Navenda Nûçeyan- Korbenda Aborî ya Davosê îro 21ê Çileya 2020 dest pê kir û heta 24ê vê mehê berdewam dibe. Birêveçûna vê korbenda aborî ya cîhanî hevdem e li gel bîranîna 50 salî ya damezrandina korbendê.

Di Korbenda Davosê de dê di jêr navnîşana “Ji bo Cîhaneke Yekgirtî û Pêşkevtî ya Berdewam” de, gotûbêj li ser mijarên cîhanî yên taybet bi aborî, sitaset, asayiş û seqamgîrîyê bê kirin.

Li gor zanyarîyan, zêdetirî 53 serok, serokwezîr û serkirdeyên welatên cîhanê û herwiha serokên 34 rêxistinên cîhanî beşdarî di korbenda îsal a Davosê de bikin.

Serokê Herêma Kurdistanê, Nêçîrvan Barzanî jî di korbenda îsal a Davosê de beşdar dibe û di çarçoveya çalakîyên xwe de, bi Serokê Amerîkayê Donald Trump û Sekreterê Giştî yê Netewên Yekgirtî Antonio Gutteres re dicive.

Bi gotina Şêwirmendê Serokê Herêma Kurdistanê Felah Mistefa, Nêçîrvan Barzanî dê li Davosê bi Wezîrê Derve yê Tirkîyê Mevlut Çavuşoglu re jî hevdîtinê bike.

Ji Iraqê, Serokomar Berhem Salih beşdarî korbendê dibe û li gor nûçeyeke Reutersê, dê di çarçoveya korbendê de bi Serokê Amerîkayê Donald Trump re hevdîtinekê bike.

Tirkîye li ser asta wezîran û bi serokatîya Wezîrê Derve Mevlut Çavuşgou beşdarîyê di Korbenda Davosê de dike.

Îran îsal tevlî Korbenda Davosê nabe. Biryar bû Wezîrê Derve yê Îranê beşdarî korbendê bibe, lê belê beşdarîya xwe di korbendê de hilweşand. Berdevkê Wezareta Derve ya Îranê, Ebas Mûsewî derbarê sedema hilweşandina beşdarîya Mihemed Cewad Zerîf di Korbenda Davosê de ragihandîye, Zerîf amadekarîyên xwe kiribû ku biçe Davosê, lê belê paşê bernameya wî ya li Davosê hatibû guhertin, bêyî ku rêkeftin bi me re bihê kirin, lewma wî serdana xwe hilweşand.

Girîngitîn serkirdeyên ku îsal di Korbenda Aborî ya Cîhanî ya Davosê de beşdar dibin, ev in:

Serokê Amerîkayê Donald Trump, Şêwirmenda Almanyayê Angela Merkel, Serokwezîrê Îtalya Giuseppe Conte, Seroka Komîsyona Yekîtîya Ewropayê Ursula von der Leyen, Serokwezîrê Îspanyayê Pedro Sanchez, Serokomarê Swîsê Simonetta Sommaruga, Serokwezîrê Nemsayê Sebastian Kurz, Serokê Kolombîyayê Ivan Duque, Serokwezîra Fînlandayê Sanna Marin, Serokwezîrê Yûnanistanê Kiryakos Miçotakis, Serokwezîrê Holendayê Mark Rutte, Serokwezîra Norwêcê Erna Solberg, Serokwezîrê Pakistanê Imran Xan, Serokê Ukraynayê Vladimir Zelenskîy, Serokomarê Efxanistanê Eşref Xenî, Sekreterê Giştî yê Netewên Yekgirtî Antonio Guterres, Seroka Sindoqa Pere ya Navdewletî Kristalina Georgieva û Seroka Banka Navendî ya Ewropayê (ECB) Christine Lagarde.

 

 

Siyaset Haberleri

Keşeyê Dêra Kurdî: Kesên ku çûbûn Rojavayê Kurdistanê vedigerin Libnanê
Serokê Giştî yê Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK) Mustafa Ozçelîk Li Parîsê Konferansek Da
Nêçîrvan Barzanî: Jinên Kurdistanê her tim avaker û parêzvanên xak û welat in
Jens Galschiøt: Em dê ji bo bibîranîna Enfalê peykerekî çêbikin
Xwepêşandanên Mahsa Amînî | Rejîma Îranê cezayê îdamê da 6 kesên din!