Koreya Bakur: Divê Amerîka Sîyaseta Dijminane Berde

Koreya Bakur bi daxuyanîyekê bang li Amerîka kir ku sîyaseta xwe ya dijminane berde.

Navenda Nûçeyan- Rêberê Koreya Bakur Kim Jong Un dîyar kir ku ew bala xwe nadin ser ‘’hevdîtinên bêwate’’ yên bi Amerîka re.

‘’Em êdî guhên xwe nadin hevîtinên ku kêrî me nayên. Ji vir û pê ve emê alîkarî nedin serokê Amerîka ku xwe bibirîqîne’’ Kim Jong Un got.

Serokê Amerîka Donald Trump hefteya borî bang li Kim Jong Un kiribû ku bo hilcivîneke nû bilezîne.

Her du serok herî dawî di Hezîrana 2019’an de kom bûbûn lê ji danûstandinan ti encama erênî derneketibû.

Çavkanî: Dengê Amerîka

 

Siyaset Haberleri

Keşeyê Dêra Kurdî: Kesên ku çûbûn Rojavayê Kurdistanê vedigerin Libnanê
Serokê Giştî yê Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK) Mustafa Ozçelîk Li Parîsê Konferansek Da
Nêçîrvan Barzanî: Jinên Kurdistanê her tim avaker û parêzvanên xak û welat in
Jens Galschiøt: Em dê ji bo bibîranîna Enfalê peykerekî çêbikin
Xwepêşandanên Mahsa Amînî | Rejîma Îranê cezayê îdamê da 6 kesên din!