Berdevka Koşka Sipî Jen Psaki ragihand ku wê serokê Tirkiyê Recep Tayip Erdoğan û serokê Amerîkayê Joe Biden di noqteyekî de bi rêya telefonê biaxifin.
Psaki, li Koşka Sipî civîna çapemeniyê lidarxist û di civînê de li ser pirsa ku çima heya niha Biden û Erdoğan bi rêya telefonê neaxifîne de weha got:
“Gelek serokên dinyayê hene ku divê Biden li wan bigere. Wê Biden di hefteya pêşiya me û mehên pêşiya me de van axaftina bike. Ez bawerim dê di noqteyekî de bi Erdoğan re biaxife.”