Koşka Spî daxuyanîyek derbarê civîna Nêçîrvan Barzanî û Donald Trump de belav kir

Serokê Herêma Kurdistanê îro di çarçova Korbenda Aborî ya Cîhanî li Davosê, civînek li gel Serokê Amerîkayê Donald Trump encam da.

Navenda Nûçeyan- Koşka Spî deqa gotinên Donald Trump, Serokê Amerîkayê û Nêçîrvan Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê di civîna li Davosê belav kir.

Daxuyanîya Koşka Spî derbarê kombûnê de wiha ye;

Gotinên Serok Trump û Serok Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê pêş kombûna dualî. Davos, Swîsre:

Serok Trump: Gelek spas, cihê kêfxweşîya min e ku ligel Serokê Kurdistanê Serok Barzanî me, demeke me ya dîyarkirî bo civînê heye. Demeke zêde ye me dixwest bicivin. Me li gel hev gelek baş kar kirîye.

Wek hun dizanin em ji hinek navçeyên sînorî yên Sûrîyê vekişîya ne û ev jî me bi başî ligel Tirkîyê kirîye. Ewqas baş hatîye kirin ku hatibe bîra her kesekî. Niha ew a jê re digotin ‘navçeya aram’  heye û pêzanînên min bo wan hemûyan hene ku wiha kirine ev dever silamet bin.

Lêbelê gelek girîng e, her weke hûn dizanin, petrola me heye û me hinek serbaz bo petrolê hiştine, ji ber me petrol bidest xistîye, kar li ser vê yekê dikin û me gelekî bi başî parastîye.

Em herwiha bi hezaran desteserkirîyên me yên DAIŞê hene, me xilafeta (DAIŞ)ê ji sedî 100 têkşikand, ev navçeyeke gelekî cihê baldarîyê ye, herwiha peywendîyeke me ya gelekî baş heye û cihê kêfxweşîya min e ku ligel te me, gelekî spas.

Serok Barzanî: Spas cenabê serok, gelek spas.

Serok Trump: Dikarî tiştekî bibêjî?

Serok Barzanî: Belê, dixwazim vê derfetê bikar bînim daku sipasîya te bikim rêzdar Serok bo pêşwazîkirina li me li Davosê, wek we jî behs kir û tu dizanî demeke zêde ye li benda vê kêlîyê ne.

Spas bo serkirdayetîya te, spas bo piştîvanîyên te, me bi hevre DAIŞ têkşikand.

Serok Trump: Rast e.

Serok Barzanî: Lewma bi navê gelê Kurdistanê dixwazim spas û pêzanên xwe bînin ziman bo serkirdayetî û piştîvanîya te, spas.

Serok Trump: Gelek spas, bi rastî tiştekî gelek baş e.

Serok Barzanî: Gelek spas, pêzanîna min heye.

 

 

 

Siyaset Haberleri

Keşeyê Dêra Kurdî: Kesên ku çûbûn Rojavayê Kurdistanê vedigerin Libnanê
Serokê Giştî yê Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK) Mustafa Ozçelîk Li Parîsê Konferansek Da
Nêçîrvan Barzanî: Jinên Kurdistanê her tim avaker û parêzvanên xak û welat in
Jens Galschiøt: Em dê ji bo bibîranîna Enfalê peykerekî çêbikin
Xwepêşandanên Mahsa Amînî | Rejîma Îranê cezayê îdamê da 6 kesên din!