Koşka Spî derbarê Jîna Emînî de daxuyanî da

.

Koşka Spî li ser canjidestdana Jîna emînî daxuyaniyek da û ragihand, divê Tehran tundûtûjiya li dijî jinan rawestîne.

Koşka Spî li ser canjidestdana Jîna emînî daxuyaniyek da û ragihand, divê Tehran tundûtûjiya li dijî jinan rawestîne.

 Koşka Spî helwesta xwe li ser canjidestdana Jîna Emînî eşkere kir û ragihand, bûyera canjidestdana Jîna Emînî karesat e.

Koşka Spî canjidestdana Jîna Emînî weke binpêkirina eşkere ya mafên mirovan wesif kiriye û ragihandiye, divê Tehran tundûtûjiya li dijî azadiyên sereke, rawestîne.

Jîna Emînî keçeke Kurd a 22 salî bû, roja 13ê Îlona 2022an bi birayê xwe re ji bajarê Seqizê serdana Tehranê kiribû û ji ber ku hîcaba xwe bi awayekî rêkûpêk girê nedaye ji aliyê polîsan ve hate binçavkirin û piştî du demjimêran ji ber eşkencedanê ji bo nexweşxaneyê hat birin û roja 16ê mehê li nexweşxaneyê canê xwe ji dest da.

Kurdistan Haberleri

Serokkomarê Îraqê yasaya parêzgehbûna Helebceyê îmze kir
Encûmena Ewlehiyê ya Herêma Kurdistanê li ser êrişên dronan daxuyanî da
Sitêrek ji Hunera Kurdî ji nav me barkir! Hunermend Remezanê Omerî jiyana xwe ji dest da!
Hejmara (25) a Kovara Şermola Derket
Hemû deynên Sûriyeyê hatin dayîn