Kovar an Govar?

.

Deham Ebdilfettah

Ev her du peyv bi wateya "magazine – مجلة" tên xebitandin û her du jî di nav nivîskar û zimanzanên Kurmancîaxêv de bûne cihê gengeşe û gotebêjê.  Her hindek ji wan piştgirî û berevaniya bêjesaziya peyvekê ji wan dike.

Derbarê dariştin û dahûrîna van her du gotinan (kovar û govar), hin nêrînên balkêş derketine holê. Wek:

a- Ferhenga wîkîferhengê: Di vê ferhengê de nivîserê wê dibêje: "kom" + "ar" = "komar", bi wateya komkirinê hatiye çêkirin. Sedema ku "komar" nebûye "kovar" ew e ku "komar" ji bo "cemhûriyet"ê hatiye veqetandin yan jî meyleke Kurmancî heye ku li şûna "m"yê "v" bê bikaranîn. Yan jî belku ji "gov" + "ar" hatiye çêkirin. Gov koka jêdera "gotin"ê ye: go(v)t = got, go(v)tin = gotin.

Berî her gotinê dixwazim bibêjim ku "gov" ne koka "go(v)tin"ê ye û ne ya "gotin"ê ye jî. "Gov" navekî serbixwe ye, ne koka çi karan (lêker) e jî.

b- Hin zimanzan jî dibêjin ku peyva "govar" ji "go" + "war" pêk hatiye. "Go" ji "gotin"ê ye û "gowar" bi wateya "warê gotinê" (cihê gotinê) ye. Paşê bi egera harmoniyeke dengsaziyê, tîpa "w"yê bûye "v" û "gowar" bûye "govar".

Bi baweriya min, "go" bi şêweyekî gelêrî ji "gotin"ê sivik bûye û wekî kîtekê ji morfema "gotin"ê hatiye sivikkirin. Ev kît jî ne pêşgirek e ku bikeve ser bêjeyekê da bi hev re bêjeyeke nû saz bikin û ne binyata (bi Soranî "qed") dema borî ji "gotin"ê ye ku paşgira "ar" bigihêjê û bi hev re gotineke nû saz bikin, wek:

- Gotin = got ... (got + ar = gotar).

Li gor dîtina min, rêzik û rêzanên dariştin û dahûrîna peyva mijara me, bi vî şêweyê jêrîn saz dibin:

1. Paşgira "ar" digihêje binyata dema borî ya hin karan, ew û binyat bi hev re navekî dariştî saz dikin. Binyata dema borî jî bi avêtina nîşandekên jêderî pêk tê: (kuştin = kuşt... çandin = çand) nimûne:

- Kuştin: kuşt + ar = kuştar (komkujî)

- Mirin: mir + ar = mirar

- Kirin: kir + ar = kirar (Li nik C. Bedirxan, "kirar" kara/kirde ye.)

- Gotin: got + ar = gotar

- Kirdin: kird + ar = kirdar

- ...

2. Paşgira "ar"ê digihêje hin navan, ew û nav bi hev re navine dariştî saz dikin, wek:

- Guh + ar = guhar

- Kom + ar = komar

- Zeng (zing) + ar = zingar

- Xew + ar = xewar (pirxew)

- Kevn + ar = kevnar

- ...

Bi vê pîvanê jî:

- Gov + ar = govar

Lê ew kesên ku vê darêjê rexne dikin, dibêjin ku gotina "gov" cihê ajelan (pez) e, ne durist e ku bibe navê "magazine – مجلة". Ya rast ew e ku "go" + "war" = gowar (govar), ev jî warê gotinan e (ne warê heywanan e).

Em vê rexneyê ji du hêlan ve ne rast dibînin:

a. Gotina "gov" li hin herêmên Kurmancan ên cûrecûr bi gelek wateyan tê xebitandin, wek:

1. Gova pezî: Cihê ku pez lê dihêwire (axur).

2. Gova berxan: Koçeran li rexekî konê xwe, goveke ji çîtan ji berxên virnî re çêdikirin. Piştî bêriyê digotin: Wan berxan ji govê berdin ber makan.

3. Gova masiyan: Cihê ku masî lê kom dibin, wek: perav, goncal û berqefan ...

4. Gova dobelanan: Ew cihê ku gelek dobelan lê çêdibin jê re digotin "gov".

5. Gova bûk û zavê: Dema ku li koçeriyê mirovekî jinek dianî (dizewicî) jê re govek nêzî konê malê amade dikirin bi navê "gova bûk û zavê".

6. Paşgira "end" digihêje "gov"ê û pê re navekî dariştî saz dike: gov + end = govend.

7. Bi wê pîvanê jî paşgira "ar" digihêje "gov"ê: gov + ar = govar.

Li vê dûmahiyê dixwazim bipirsim:

Eger "go" + "war" = "gowar" be û gowar (govar) jî warê gotinan be, ma gelo gotar jî ("got" + "ar" = "gotar")  dê ne tara (tax) gotinan be?!!

Amûdê

01.08.2024

RUDAW

Kurdistan Haberleri

AMED - Bijîşk 4 rojan grevê dikin
Li Diyarbekirê Tora Mafên Zarokan hat damezirandin
Serjimariya giştî ya gel di roja xwe ya duyemîn de berdewam dike
Tirkiye li Rojavayê Kurdistanê hêzên xwe zêde dike
Hawrê Tofîq: Serjimêrî dê bandorê li hejmara kursiyan bike