Kovara Bergehê di sala 1989 an de derketîya û dawî kar û xebata xwe bi rêk û pêk berdewam kirîye. Dor 9 hejmarên wê li ber destên min hene û evan hejmaran di salên 1989 û 1991 ê de hatine belavkirin. Kovar bi xwe; xwe mîna berhemeke sîyasî, çandî û lêkolînî dide nasîn û li ser vê xeta xwe di sekine, di afirînê û belavdibe.
Kovara Bergehê babet û temayên sîyasî gelek aktîv gotûbêj dike. Heman tișt bo çand û lêkolînê jî wehaye. Nivîsên sîyasî, mîna zilma dewletên ku Kurdistan dagirkirine, dirêj û hûr hûr șîrovedike û ne tenha li gel sevîya șîrovekirinê dimênê – ewe qala tifaq û pêwîstîya yekîtîyan jî dike û çareserî/alternatîvan pêșkêșdike.Di nivîsên çanda kurdî de jî li ser çapemenîyê, agadarîyên li ser hûner û xebatên hinek hûnermendan bo xwendevanan di raxê ber çavan û van berheman belavdike. Tema lêkolinê jî beșekî giringe divê berhemêde û eve giranbehayeke bilind dide kovarê Bergehê; nivîsên mina ”di arșîvên swêdîde kurd” anjî li ser ”Saidî kurdî” û her yên mîna wan.
Kovara Bergehê bi kurdî û tirkîye û ewan vê prensîba xwe jî her wilo berdewam dikin. Noktekedin ku gelekî giring û hêja jî eve ku cihekî taybet bo ziman/rêzimana kurdî hatîye veqetandin û eve babet bi awakî ilmî û li gor bûnya kurdî hatine amadekirin û bo civaka kurd têt pêskêșkirin.
Di van 9 hejmarên li cem min de, redaksîyona kovarê heman navin, li gor rewșa wê demê gelek ji van navan pseudonymin û bê gûman merov famdike. Lê hinek ji nivîskarê mêvan yên Bergehê bi navê xweyî rastî nivîsên xwe îmzadikin û evan nivîskarên jî ne kêmin.
ANALÎZEK KURT:
Kovara Bergehê xwedî standardeke(teknîkî, formatîv, naverok û babetên balkêș û aktûalîte) bilinde û eve bêhtirî 30 salana ku dem derbasbûyîye û hema bêje hemî babetên wê yên wê demê îroj jî di rojana me kurdandene. Bergeh berhemeke neteweyîye/kurd û Kurdistanîye. Ji alîyê çapemenî û demokrasîya çapemenîyê(anjî azad û serbestbûna nivîskaran – bi taybet jî nivîskarên mêvan ku ne di redaksîyonêdene) xweș dîyara ku sansûr anjî rê liber wan girtin tûneye û eve jî bo me kurdan û bîlhesa di wan salande tiștekî bi qîmet û pîrozbayîyêye. Nokta ke din ku Bergehê qedrbilinddike jî dem û cîhdana wê bo gramer û rêzimana kurdîye. Ji tek tûk hinek cîtatan(alinti bi tirkî) pêde hîç îșaret û sembolên ideolojîyên hișk û tûj di Bergehêde tûnene. Bergehê rewș, pêșhatin û qedere gelê xwe bo xwe kirîye felsefe, sîyaset û hedefên serkevtinê û ewe li gor normên kovarên modern, xebatên/lêkolînên ronakbîrî bi awakî rêk û pêk jî domandîye. Bergeh wê di tarîxa edebîyata kurdî de xwedî cihekî pîrozbe.
Nuri Aldur