Kremlîn dibêje, ew dê bi her awayî S400an bifroşin Tirkiyê. Mijara firotina S400an û biryara Wezareta Derve ya Amerîkayê ji hev cûda ne. Firotina Patrîotan bo Tirkiyeyê bandor li ser peymana wan a digel Tirkiyeyê ya ji bo S400an nake.
Duhî Wezareta Derve ya Amerîkayê firotina sîstemên berevaniya asimanî Patrîotan a bo Tirkiyeyê pesend kiribû. Bihaya Patrîotan jî 3.5 milyar e.
Herweha Amerika û çendîn welatên endamên NATO nerazîbûna xwe liser rêkeftina S400 di navbeyna Rûsya û Tirkiye de ragihandibûn.