Kujerê Dilinê jî tê de 70 kes li benda cezayê darvekirinê ne

Hefteya derbasbûyî Dadgeha Duhokê cezayê darvekirinê derbarê kujerê Dilîn Ehmed de da, li ber parêzerê wî mehekê heye ji bo îtirazkirinê.

Hefteya derbasbûyî Dadgeha Duhokê cezayê darvekirinê derbarê kujerê Dilîn Ehmed de da, li ber parêzerê wî mehekê heye ji bo îtirazkirinê. Piştre darvekirina kujerê Dilîn, li ser wê biryarê dibe ku Serokê Herêma Kurdistanê biryara darvekirinê îmze bike.
 
Dilîn Ehmed ku 10 salî bû, duyem roja cejna Remezanê ya îsal winda bû û piştî sê rojan termê wê li nêzîkî yarîgeha Duhokê hat dîtin, heman roj kesekî bi navê N.S ku ji aliyê polîsan ve weke gumanbar hat desteserkirin, li xwe mikur hat.
 
Roja 25ê Hezîrana 2019an, bi amadebûna dayîk û bavê Dilîn û hejmarek çalakvan û xelkê Duhokê, dadgehîkirina kujerê Dilîn birêve çû. Destpêkê dayîk û bav û parêzerên herdu aliyan axivîn. Piştre kujer axivî û got: “Ez wê rojê serxoş bûm, haya min ji min nebû, Dilîn bi rizamendiya xwe bi min re hat.” Herwiha got: “Ez ji vî karê ku min kir poşman in, ez daxwaz dikim ku min bibexşînin.”
 
Piştî du saetan dadger biryara darvekirinê li ser kujerê Dilîn da. Dayîk û bavê Dilîn dema biryar bihîstin, rondikên şadiyê ji çavên wan hatin xwarê. Bavê Dilîn got: “Ji destpêkê ve hêviyeke min a mezin ji yasayan hebû, min bawer dikir ku mafê keça min ji dest naçe, niha ji ber derketina vê biryarê li ser kujerê keça min, gelek kêfxweş im, lê heta cezayê wî neyê bicîkirin, dilê min aram nabe.”
 
Dilêr Ebdullah dibêje ku ew li dijî darvekirina kujerê Dilîn in, çimku dibe ku piştre bêtawan derbiçe. Ew mînaka xortekî dide ku cezayê 15 salan zindanîkriinê jê re hat dayîn, lê piştî sê salan derket ku bêtawan e.
 
Dilêr Ebdullah di wê baweriyê de ye ku cezayê zindanîkirinê nabe sedema kêmbûna tawanan û dibêje: “Li Îranê binêrin, cezayê darvekirinê heye, lê tawan her ku diçe zêdetir dibe.”
 
Rêveberê Ofîsa Mafên Mirovan a Duhokê herwiha dibêje: “75 kes li Duhokê cezayê darvekirinê wergirtine, wisa hîsab bike ku ew hemû dê rojekê werin darvekirin, çimku ne cezayê wan tê cîbicîkirin û ne jî diguhere.”
 
Li ber parêzerê kujerê Dilîn mehek heye ji bo temyîzkirina biryara dadgehê. Eger biryar were temyîzkirin û dîsa cezayê darvekirinê ji kujer re derkeve, pileya misoger werdigre û cîbicîkirina biryarê tenê pêwîstî bi îmzeya Serokê Herêma Kurdistanê dibe.

Kurdîstan Haberleri

Festîvala fîlmên kurdî ya Patrîsê dest pê kir
Li Parîsê Pêşangeya Wêneyan
14 jinên Kurd beşdarî pêşangeheke şêwekariyê ya Polonyayê bûn
Suryaniyên Sûriyê: Gotinên di destûra demkî de, dewama gotinên rejîma berê ye
Komîteya Destûrê: Navê welat wekî Komara Erebî ya Sûriyeyê dimîne