Li gorî urf û adetên me Êzdiyan, malxoyê (reîsê) malê kalik anjî bav e. Gava di malekê de kalik û bav ne amede bin, hingê wezîfa malê di keve ser milên pîrek(kevanî)a anjî kurê di malê de emrê wê/wî mezine. Ji berê û heta îro, hêjî di nav mala her Êzîdiyekî de gelek evd bi hevûdinê re dijîn. Kulfetê malê ji van mirovan pêktê: Kalik(bavê mezin-bapîr) û Pîrik(Dêya mezin-dapîr) û zarokên wan: Ap û Metik, Bav û Dê :(zarokên wan: Xuşk û Bira), Ap û Jinap(zarokên wan: Kurap û Keçap), Bira û Jinbir (zarokên wan: Birazî) û Xal–Jinxal(zarokên wan :Kurxal- Keçxal- Xwarzê) û whd. Di nav civata Êzdiyan de tû cûdatî di nava mêr û jinê de tûne û mafên wan weke hevin.
ÇÊBÛNA ZAROKAN
Ji ber piraniyên zarokên ku vêga nû çêdibin ne di nav malê de çêdibin, gelek jin û zarokên xwe „Pîrika“ xwe nas nakin û heta gelek ji wan jî nizanin bi mahna „Pîrikê“ çiye.
Ez dikarim mahna „Pîrikê“ weha şîrove bikim:
Li welat gava jineke bihemle dikete ber çêbûna zarokê(weldandinê), ku jineke mezin(dapîr, xwesû, jinap, jinxal anjî jineke cînar) li derdora wê tûne buya, meriv diçu gazî jineke ku tecrûba wê li ser çêbûna zarokan heye dikir. Meriv ji wê jina ku di wexta çêbûna zarokê de alîkariyê dide dê û zarokê re dibêje“Pîrîk“ê.
Gava Pîrik dihat, ewê pêşîn çiqas mêrên di malê de hebûn, heta carnan jî gava ku wê pêwîst bi dîta, ewê mêrên di malê cînarên nêz de jî derdixistin ji malê durdikir. Dure, ciyên jina ku dike zarok jê re çêbive li ser esîl, puş û pelota datanî.
Li gorî urf û edetan civakê, gelek cinikê ku meriv şiklê wan nabîne li her deverê hene. Vêca ji bo ku jin di ber çêbûna zarokê de bi tirsa wan cinikan nekeve anjî cinik neyên rihê zaroka wê ji xwe re nebin ne guhêzin, surra cinika negîje dê û zarokê, pîrikê werîsek li der dora ciyê(livîna) jina ku zarok jê re çêdbû dipêça, devgur û dasek(kêrek whd.) jî heta sê rojan li ber serê wê datanî. Carnan gava astengî di ber çêbûna zarokê de derdiketin, pîrikê digot:“sîleh(çek-tiving)ekê berdin, bila cin ji vê derê herin“.
Dîsa ji ber tirsa cinikan, diya zarokê heta ku çilroja zarokê ne diqediya, gava avek jî vexwara gereke ewê derzî anjî şujinek bixista nav tasa ava xwe. Wexta ku di çilêxanê zarokê de, dayîkeke dinê bi welidiya, gereke dayikên zarokan derziyên xwe yên durûnê bi hevûdinê biguhastina.
Li gorî baweriya civakê, gava zarokeke kêm aqilbu, dereng xeberbida û birêve biçuya digotin:“Cinikan ev zarok guhastiye“
- Lewma jî zarok dibirin li ser rê datanî ne pêşiya garana dewara.
- Zarok dibirin li serê heft riya dixistine nava sîtilekê.
- Zarok dixistine nava kurtanê karê de radizandin.
- hwd.
Dûre zarokê xeberdida anjî birêve diçu.
Vêca kî ji me dizane, ka çiqas dê û zarok ji ber nezanî, nexweşî, bêmecalî û belengaziya di welatê me de mirine ?
Rewşa zarokên malê:
Heta em hatine ewrupayê jî, mektep(dibistan) di gelek gundên me Êzdiyan de tûnebun û zarokên me hîna weke demên berê li ber çîrokên dê û bavê dihatine perwerde kirin. Gava emrê zarokan dibû şeş û pêde, êdî ew mecbûr dibun, di nav û derveyî malê de alîkariyê bi neferên malbata xwe re bikin. Lewma piraniya dê û bavên Êzîdî ne çune dibistanê, xwandin û nivîsandina wan hêjî tûne.
Helal kirina Zarokan
Êzdî zarokên xwe yên kurik(lawik) bi sûnetê, bisk hilalîn û bi ava Kaniya Spî helaldikin.
Keç û kuran ev kar dikirin:
Li gundan, zarokan di nav û li derveyî malê de hayij ji zaroken ji xwe piçuktir hebûn. Zarokan di dewsa mezinan de ev karan dikirin; şîv, firavîn û taştêyên karkerên li derveyî malê kar dikirin dibirin, diçune ber pez, dewar, golik, bustan, parêz, berx û karikan. Nava malê paqij dikirin, şixre dikişandin û gêre dikirin. Melû li pey palan didane hevûdin. Bi taybetî keçikan; diçune avê û bêriya, libas di dirût, hevîr dikir, nan dipaht, dew dikilan, cil(libas) dişuşt û radixistin. Dew dikilan û nîvişk çêdikirin û w.d..
Çuhina dibistanê
Weke min bihîstiye, heta salên 1940 jî dibistan li gelek gundên di herêma bakurê Kurdîstanê de tûnebun. Piştî salên 1940-45 şunde, êdî hejmara avakirina dibistanên Tirkî li herêma me zêde buye. Încar zarokên hinek gundiyan diçûne dibistanên li gund vebuyî anjî yên nêzî gund. Heta van salên dawî hejmara xwandevanê qîz ji ya zarokên kur gelekî kêmtirbû.
Ji xwe wexta dibistan vebûne jî, Êzîdiya dîsa ji ber tirsa zilm û zora li der û dora xwe zaroken xwe ne şandine dibistana. Hejmara xwandevanên zarokên Êzîdî ku çuhine dibistanên bilind gelekî kême. Kesê di nava Êzdiyan de ewilî çuye dibistana bilind xelaskiriye û şikir hêjî dijî, Cemil Temîn (Zanîngeha perwerdê ya Bilind li Diyarbekirê xelaskiriye) e. Ev jî pismam û mamostê min e. Ji xeynî wî:Weysî(huquknasî) û Ibrahim Bulut(Zaningeha Teknîkê) xelas kirine. Di pey wan re jî ez û çend hevalên xwe ku me xwandina lîsê xelaskiriye û dû yan jî sê kesên ku bûne maostên zarokan tên.
Nasandina kevneşopên Êzdiyatiyê 1, çapa 2-rûpel 257-260-
Perwerde kirina zarokên li Kurdîstanê(42) Perwerdea zarokên Mala Êzdiyan ya li Oldenburgê(37)