Nuri Aldur
Îzaheke kin anjî kurt bo gotina ”kultur” wê ne hêsanbe. Çima ne hêsane? Ji ber ku ”kultur” mîna ”infra-struktur (avahîya bingehîn) a hemû form û metodên jîyanê ye; û eve jî gelekî fereh û dirêje. Çilo fereh û dirêje? Ji ber ku di politîka yê de, di meseleyên felsefî, olî, îdeolojî de û heta jî di kar û xebatên fizîkî de(ticaret, teknîk, zîraet ûhw..) divêt bi wan kesên ku bi van karanre meșgûlin kulturek hebê, hema hinek jî be divêt ew hebê. Ha, nûha li vir em karin bibêjin ku ma çîye kultur? Eger tu bi xwênê, bi nivîsê, gûhdarî bike, meyzênê/bibînê û bi van rêç û metodan bighîjê hinek qanaat û bawerîyan û bi xêra van bawerîyan bikarê analîzan/taxlîlan bike, hingî tê bikarê ku hinek tiștna(dîtin, pêșniyar, çareserî û yên mîna wan) di xezîna xwe yî kulturî de ferq bike. Lê li vir jî bersiva pirsê wê hê ne tam rastbe; ji ber ku hemû kesên xwendevan anjî nivîskar anjî tûccar, pisporê IT ne șerte ku bi kulturbin(bi tirkî:kültürlü). Ew kesên bi kultur, bi wê xezîna xwe yî entelektuelî ya dewlemend - divêt meraqlî jî bin, divêt cesûr jî bin, di karên xwe yî rojanede jî aktîvbin û her hedefên wan yên GUHERTINAN bin. Kesên bi kultur hûmanîstin jî, lê ferq nakê ku ewan lîberalbin, sosyalîstbin, kenservatîvbin – BALAM ewan demokratin. Em dibînin ku ne hêsana ku merov bi kultur jî be, ji ber ku gelek kar û xebat (xwêhdan û hêstir) pêwîstin û gelek caran fedekarî/qûrbanî jî her șerte.
Lêbê goman ev nayê wateya ku ewan kesên bi kultur mezinin mîna ejdehan anjî bilindin mîna çîyayên welatême û em ne qala statûs û medalyan jî dikin. Ji xwe ew kesên bi kultur û xwedî kultur bi awakî otomotîkî xwe bi der û dora xwe/bi gel ê xwe didine qabûlkirin. Ewan kesan bûûne xwedî KARÎZMA û karîzma jî tiștekî entresante ku ne hinek komîte anjî hûkûmet û dewlet wê statûsê/ûnwanê didine wan kesan; lê tenê karên wan yên rasteqîn, paqijî û dûrûstbûna wan vê atmosferê bo wan peyda dike û bo vê yekê ye ku em gelek caran hisdikin ku felankes karîzmatîke. Ezê li vir, li gor bawerîya xwe, hinek kesên/șexsîyetên ku di tarîxa me de bûûne xwedî karîzma anjî ewan karîzmatîkin binav bikim: Ahmedê Xanî, Melayê Cizîrî, Feqîyê Teyran, Celadet Bedirxan, Șêx Saîd, Seyîd Rizo, Qazî Mihamed, Barzanîyê nemir û di van demên dawîde, ji gelek alîyan cûda ve, qala Mam Celal jî di mesela kurd û Kurdistanî de bi pozitîfî têt kirin. Îhsan Nuri Pașa û Qasimlû jî dû navin ku xwedî karîzmana. Ayșe Șan, Mihemed Arif Cizrawî, Miradê Kinê jî karîzmatîkin. Bê goman gelek navên din jî hene ku merov karêt wan bixê vê kategorîyê de.
Dema li vir babet kultura, ezê bixwazim bo we xwendevanên Rûpela Nû notek/têbînîyek bidim. Ji serê sala werê pêde ezê li ser sê temayêndin jî binivîsim û ewan tema´yan evin:
Tema A: Spor û civak anjî ez û spor.Ezê li ser spor a xwe û serpêhatîyên ku min jîyana,bo we xwendevanan pêșkêșbikim. Tema B: Bi sernivîsa ”Pelên darê di weșihin”- ezê li ser dostên xwe yî ku min li Swêd naskirin; lê nûha ne di nav me de ne – ji nav me koç kirine û çûne heqîya xwe - bi nivîsim.
Tema C: Di pirtûkxanamin de hinek kovarên me yî kurdan yên kevn hene û piranîya wan ji zûdeye ku ew hew derdikevin. Dema ez dibêjim kevn, ne qala salên 1950-60 an dikim. Gelek ji wan di salên 1980-90 an de rola xwe leyîstina. Ezê mîna nasandinek(presentasîyon)li ser naverok, redaksîyon û vîzîyonên wan kovaran bo we xwendevanan bênime ser kaxazê/anjî ser pc/data.Belkî ji nifșê me yî nû re fonksîyoneke xwe baș hebê anjî ji kesêndinre jî karêt bibe tazekirina bîranînan û belkî bo hinek kesan nostaljîk jî be.
Ha dixwazim weha jî bibêjim, ku ezê dîse dû hefte carek binivîsim û TEMA yên min yên berê(resensîyon û nivîsên aktûalîteyî welatême) wê her berdewambin. Heya dawîya vê salê wê mîna berê bê – yanî nivîsên resensîyon û aktûalîtebin.
Silavên payîzkî bo we tevan.