Stenbol, ku beriya 100 sed salan, navenda kevintirîn kovar û rojnameyên Kurdî bû, lê niha Kurd ji xebatên kultirî, ev demek e dirêj dûr û bêpar man e. Rewşenbîr û hunermendên Kurd, bang li rêvebirên nû yên şarederiya Stenbol dikin, ku sozên ji bo xebatên kultir û hunera Kurdî, ku beriya hilbijartina 23ê Hezîranê da bûn, bicîh bikin.
Bajarê Stenbol ku wek li cîhanê zêdetirîn Kurd lê dijîn tê destnîşankirin li gor hin zanyariyan mazûvantiya nêzî 6 milyon Kurdan dike. Lê belê tevî evqas hejmarê, çalakiyên kultirî û hunerî gelek hindik in loma hunermend û rewşenbîrên Kurd bang li rêvebiriya şaredariya nû ya Stenbolê dikin da ku di bernemaya xwe ya kultirî de cîh bide xebatên ziman, kultir û hunera Kurdî.
Silêman Çevîkê weşanger û berpirsê kovara Nûbihar a ku li ser kultir û edebiyata Kurdî 27 sal e tê belavkirin piştgiriya Kurd ya li ser hilbijartina şaredarê nû bi bîr tîne û dibêje şaredar divê soza ku li ser ziman û kultira Kurdî dabû divê bi cîh bîne û ji bo xebatên wiha pêdivî bi yasayek jî nîn e.
Silêman Çevîk-Weşanger, dibêje: Li 39 navçeyên Stenbolê, pirtûkxaneyên girêdayî şaredariyan hene. Di van pirtûkxaneyan de dikarin kitêbên Kurdî bi cîh bikin, bidin xwendin û nasîn. Di bin banê şanoya şaredariya bajêr de şano tên lîstin dikarin cîh bidin şanoyên Kurdî. Li ser mijarê lazim e Kurd jî organize bibin û xebatên kollektîf bikin û daxwaza hevbeş a li ser kultira Kurdî ragihînin şaredaran.
Banga Mihemed Dîjleyê nivîskar jî ew e ku li bajêr navenda kultira Kurdî bê vekirin ku tê da hemû xebatên hunerî yên Kurd bên nîşandan, herwiha ev dê bibe nîşaneya semîmiyeta nêzîkatiya miletê Kurd.
Mihemed Dîjle-Nivîskar, dibêje: Li ser navê saziya Îsmekê gelek zimanên cuda tên fêrkirin lê Kurdî tê da nîn e divê ji bo fêrkirina zimanê Kurdî kurs were vekirin. Ji bo zarokên biçûk ên Kurd dikarin dibistan-kreş- vekin. Divê şaredar ji bo konsertan bang li hunermendên Kurd jî bike da ku hunera xwe peşkeş bikin. Ji bo Edebiyata Kurdî jî bi panel û semîneran dikarin xizmetê bikin.
Diljen Roniyê muzîkjen jî ligel şaredarê Stenbolê bang li hemû şaredarên navçeyên vî bajarî dike ku çi xebatên hunerî bên sazkirin divê tê da huner û muzîka Kurdî jî hebe da ku pirrengiya bajêr xwe bide der.
Diljen Ronî-Muzîkjen, got: Dema muzîk, wêje, şano, çand û hunera Kurdî li Stenbolê çiqas zêdetir belav bibe, li ser sehneyên fermî, li ser sehneyên şaredariyan bên pêşkêşkirin, nêzîkatiya millet dê zêdetir bibe û xelk baştir hevdu dê bide nasîn.
Beriya hilbijartina şaredariya Stenbolê ya 23ê Hezîranê xebatên li ser ziman û kultira Kurdî di nav sozên Ekrem Îmamoglu yê de bû ku niha şaredarê bajêr e. Niha Kurd jî li hêviya cîbicîkirina sozên li ser xebatên kultir û hunera xwe ne.