Xiyala xwe bidin civaka Kurdan li Bakurê welêt, hınekî ji xwe re biponijin, li derdora xwe baş temaşe bikin û destê xwe deynin ser wijdanê xwe; bi rastî hûnê wê gavê pêrgî rastiyên civaka me yên ku tehlin, him ji bona xwe û him jî ji bona mirovên Kurd bibin. Weke Kurdperwerekî hûnê çawa van rastiyan şîrove bikin? Ma gelo seqa li gora heqa ye? Hûnê li derdora van rastiyên civaka me li hev bigerin, nêzikî hevdû bibin û helwestên mirovên Kurd bixwazin veşêrin an na? Hûnê li ser tiştan, pirs û pirsgirêkan bixwazin bi nixwûmînin an na? Hûnê bixwazin rastiyan berovajî tranformeyî nava siyasetê bikin an na? Hûnê bixwazin bêdeng bimînin an jî hûne bixwazin bi rastîyên civaka xwe re rû bi rû bibin an na?
Belê, di civaka me de tu ji kê bi pirse; wê ji were qala giringiya ziman û kultura Kurdan bikin. Wê ji mirovên derdora xwe re qala giringîya zimanê dayikê bike. Bêşik wê qala zimanê perwerdê bike, wê qala nasnama Kurdan bike, wê qala edebîyata Kurdan bike, wê li ser Ehmedê Xanî, Feqiyê Teyran, Melayê Cizîrî, Cegerxwîn û Tirêj ûhw çawaleke gotin bibêje. Wê qala giringıya axavtin û nivîsandina bi Kurdî bike. Wê bi dengekî bilind bibêje; ku zimanê Kurdi winda bû, an jî hate jibirkirin, heke Kurd ji aliyê ziman de asmilê bibin, wê doza gelê Kurd vemire, nemıne, ûhw.
Lê divê navê re zimanê Kurdi çiqasî tê axavtin, kedkarên zimanê Kurdi di nava civakê de çiqasî xwedî qîmetin, civak çiqasî li nivîskarên xwe guhdar dike, çiqasî berhemên wana dixwîne, ev helwest jî baş nayê niqaş kirin. Di vê mijarê de bêdengîyeke xaîn li pêşberi me ye. Ev bêdengî divê were qelişandin û Kurd ji hevdû hesaban bipirsin. Em bi hevre dikarin çi bikin gelo? Rêxistinên siyasî, yên sivıl, rewşenbîr û nivîskar, weşanger dikarin bi hevdû re çi bikin? Ma em hemû bi hevdû re ne hewcedarên Platformên Perwerde, Kultur û Zimanê Kurdî ne? Hevkariyeke madî-manewî emê çawa bikaribin organize bikin?
Divê ev pirs û çareseriya wana bi hevdû re û bi dildarî bikevin nava rojeva Kurdan.
Belê, ne ku ez dixwazim nostaljiyê derxinim pêş, lê belê nifşê siyaseta Kurdi ku beriya 12 Îlonê çalak bû, bi rastî jî aliyê xwendin û niqaşên fikrî de gelekî li pêşbûn. Qayîş û berberiyeke fikrî û teorîk hebû. Her kesî dixwend û beşdarî niqaşên ramanwerî dibûn, zanebûn xwedî qimet bû, mirovên nezan nedibûn pêşeng, rêber, berpirs, rêvebir. Vê helwesta hanê tevgera Kurdan pêş de dibir, pileya hişmendiya siyasî û teorîk bilind dibû û bi hezaran berhem jî dihatin afirandin. Bi sedan pirtûk, kovar, rojname dihatin weşandin, dihatin xwendin, dihatin belavkirin, dibûn zanebûn û di nava siyasetê de cihê xwe digirtin. Çalakvanan ev berhem bi carekê re –tev rastî û şaşiyên wana- dadiqûrtandin û derdiketin mazata xebata siyasî û rewşenbîrî.
Lê îro li Bakurê wêlet qelsiyeke xwendin û axavtina bi Kurdî heye. Rewşa Kurdan bi rastî xerab e. Kurd ji nirxên xwe yên bingehin bi dûrdiketine. Di rewşeke wilo de bi tevahî tişt tên gotin lê ev gotin bi pêwistî nayên bicih kirin. Çewçew ketiyê rojeva civaka Kurdan û qimeta zanabûnê jî nemaye. Cahil şîretan li rewşenbîr û nivîskaran dikin! Ango gelek tişt berovajî bûne.
Berê dihatê gotin ku zanebûn desthilatdariye, nûha dewlemendî û nezanî bûye desthilatdarî. Nûha berjewendîparêzî û şelefî bûye desthilatdarî. Her kes biqasî şelefî, nezanî û dewlemendiya xwe bûyê xwedî gotin. Canbazîya siyasî û sivkanî pêkirina civakê bûnê sixletên sereke di xebatên rewşenbirî de. Yên ku hinek perê wana hebin di her warî de quretiyan dikin, derfetên siyasî bi dest dixin, yên ku şelafîyan dikin jî nanê xwe di nava satilên hingîv dadikin.
Ango aşê me çûyê û em jî bi dûv çeqçeqê ketine!
Veca, Kurdperwerîyeke bê zanebûn û bê helwestên etîkî nikare bi hûtên Rojhilata Navin re têkeve nava berberîyeke sîyasî. Di vê tevgirêdanê de civaka Kurdan divê nirxên xwe yên dîrokî, civakî, kulturî derxinê pêş û li wana bi baldarî xwedî derbikeve. Xwe li miqabilî bahozên asimilasyona fikri û kulturî ragire. Ji bona jîyan û siyaseta Kurdî, nirxên Kurdperwerîyê ji xwe re bike bingeh. Pêşî devê derîyê mala xwe, nav mala xwe paqij bike û ji mirovên derdorê re bibe mînak. Dûra jî, bêşik û mitale divê mertalê Kurdan ji bona pêşeroja welêt nirxên Kurdperweriyê bin.
Ji ber vê yekê, Kurd divê bixwînin, divê bihevre biaxivin, divê canbazî û şelefî ji nava Kurdperweran bar bike. Divê zanebûn û taybetmendiyên erenî bibin nirxên sereke di nava siyaseta Kurdperweran de. Divê em hemû bi hevre rê û rêçikan li ber Kurdên jîr û jêhatî vekin. Xwedî li keda wana derkevin. Divê em hemû bi hevdû re, hevbeş û bê cudakirin xwedî li nirxên welatê xwe derbikevin.
Di Kurdperweriyê de divê hesûdî, zikreşî, bêbextî tüne be. Siyaseta ku qerpalî be û li ser nirxên neyenî ava bibe ne bikêrî xwe tê û ne ji bi kêrî doza welatê xwe tê. Di siyaseta Kurdperwerde quretî û qerpalîbûn, nirxên neyenî asta siyaseta Kurdan nizm dike. Siyaseta ku bingehê xwe ne li ser zanebûnên ekonomî, kultur, ziman, dîrok, felsefe, edep, bajarvanî, îdarî, hûqûqî bigire, civaka xwe baş nasneke wê di pêşerojê de nikarıbe bi serketi be. Em hemû dizanin û dibêjin ku siyaset ne ji bona listikên siyasî ye, siyaset ji bona çareserkirina pirsgirêkên civakî ye. Rastîyan û encamên siyasî di dîrokê de heta nûha wilo formata xwe girtine. Ji ber vê yekê divê Kurd xwe di her warî de têkûz bikin, divê bixwînin, derdora xwe bibinin, xwe nasbikin, baş li hevdû guhdar bikin, xwedî li zanebûnê derbikevin û qimetê bidê nirxên sivilayetî û hemdemî.
Di vê tevgirêda nê de medya Kurdî xwediyê roleke sereke ye. Medya divê pirsên civakî derxîne rojev e. Divê pirsên kulturî derxine pêşberî mirovên Kurd. Divê kovar, malper, weşanxane, rojname, tv ji bona ku xwendinê pêşde bibin çalakîyên watedar bikin. Programan lidar bixînin. Divê pirtûk werin danasin, niqaş kirin, stratejî werin formulekirin, bi nivîskaran, mamosteyan, rewşenbiran re gotûbêj werin kirin. Divê Kurd fikir û ramanan di nava xwe de baş niqaş bikin, ne agır bidin lîstikên sîyasî û êrîşkirinên şexsî.
Heger ku em wilo bikin, wê magazîna siyasî li himberî mezinbûna doza Kurdan gav bi gav, roj bi roj biçilmişe û asta siyaseta Kurdan berz bibe. Wê gavê emê têkevin ser rêya ronahî û sivîlayetiyê.
Ji bona ku em bigîhêjin vê encamê, divê em xwendinê stîmule (teşwîq) bikin, kare entelektuelî berz bikin, qimet bidin zanebûnê, fikir û ramanan niqaş bikin, derfetan pêşkêşî mirovên jêhatî bikin û rê li ber Kurdperweriyeke jîr vekin.