Cano AMEDÎ
Gava mirov di gelîyekî re an jî tengavekî de derbas dibe, bi du rûyê gelî re rûbirû dibe, tu li kîjan alî be dijberê xwe dibînî. Rastîya jiyanê jî li gorî wê dimeşe. Başî û xirabî; fedakarî û zexelî; wêrekî û tirsonekî; rastî û şaşî weke du rûyên madalyonê, wêneyên jiyanê radixe ber çavan…
Car caran fedakarî, rastî, duristî an bawerîya bê hesap dibe bela û mirov diêşîne. Dem tê di bin ewrên tarî de mirov bêmecal dibe, nikare rastîyan biqîre, pêlên xirabî û şaşîyan girsayî mirov dorpêç dike. Her rastîyek dibe bar û di sitûyê mirov de dimîne. Tu nikarî yên hemberî xwe qane bikî, di demên wusa de şiîra (helbesta) Şêx Avdirehmanê Axtepeyî tê bîra mirov… Di şiîra xwe de dibêje: “Bila çil sal di zîndanan de bimînim/ Her roj sed mar û dûpişkan bibînim/ Li hevraza berê aşan bikişînim/ Li berwara pezkûvîyan biçêrînim/ Zivistanan li ser avan bimînim/ Ne ku carek yekî ehmaq bibînim.”
Di demên nêzîk de, sê bûyer, sê kuştin û sê navên ku sembola xirabî û xwînê bûn ketin rojeva me. Bertek û helwestên me, xemgînî û kêfxweşîya me, bi hemû reng û dengên cuda cardin derket holê ku civata me derizandinek kûr xwarîye. Taxên me, sekin û kelecanîya me rengê me radixe ber çavan.
Qasim Silêmanî, Îbrahîm Reîsî û Hasan Nasurallah… Sê aktorên esasî, sê sembolên teror û zulmê …
Piştî kuştina wan kesan, di nav hemû beşên civatê de du helwestên dijber derket holê.. Xemgînî û kêfxweşî. Bi taybetî di nav civatê de, kêfxweşîyek mezin û berfireh desthilatdar bû, ev jî rewşa civatê û siyasetê radixe ber çavan.
Lê mixabin di nav kadroyên sîyasî de, ku kirasê wan cuda, lê menzila wan yek e, weke cotikên dijber helwestên hevpar û xemgînîya xwe nîşan dan. Yek jê di bin kirasê “xelklerin kardeşliğî” de, yê din jî di bin kirasê “ummetê” de helwestên pasavanîya sînor û dewletên dagirkeran nîşan dan. Her du alîyan jî rengê xwe, dengê xwe û cîhê xwe bi daxuyanîyên xwe, bi helwestên xwe eşkera kirin. Heta astekî mirov bi kar anîna ziman û helwestên dîplomasîyê têdigihîje an jî fam dike, lê hinek caran jî li hemberî bûyerên te girênade bêdeng an dûrmayîn jî şêweyekî dîplomasîyê ye. Divê herdem helwest û sekna me li ser bingeha hişmendîya netewî be!
Cîhê balê ye ku çep û îslamîyên tirkan di dijberîya Îsraîlê û Emerîkayê û di hevalbendîya hêzên terorî yên bi navê îslamê tevdigerin de, her di yek alîyî de de ne, hevalbend in. Herweha cîhê balê ye ku, her ew alîyên çep û îslamî yên tirkan, li himberî mafên neteweyî, demokratîk yên kurdan de jî bi bêdengî, yan jî bi lidijderketinê her dibin hevalbend. Cîhê xemgînîyê ye ku hinek çep û îslamîyên kurdan jî dikevin nav govenda van alîyên çep û îslamîyên tirkan, zerarê didin doza mafên kurdan.
Medyaya civakî êdî bûye hêzeke bingehîn, li ku çi diqewime, çi dibe, kî çawa tevdigere, kî hevalê kî ye, û li ser hesabê kê tevdigere radixe ber çavan… Hinek bûyer hene, bi helwest û sekna li hemberî wan bûyeran kûrahîya derizandina nav civatê û qerekterê alîyan derdixe holê.
Di demên nêzîk de, biryara Referandûma Serxwebûna Kurdistanê, êrîşên 16 cotmeha 2017an, kuştina Qasim Silêmanî, Îbrahîm Reîsî û Hasan Nasurallah, cardin da xuya kirin ku herkes, her tax li ser mirîyên xwe digirî… Îtîfaqên herêmî û gelemperî stratejîya alîyan derdixe holê. Parastina berjewendîyên netewî û berjewendîyên rêxistinî di demên ewha de derdikeve holê.. Kî bi kê re tevdigere, ji bo kî digirî, di xizmeta kê de ye, di rojên ewha de xuya dibe.
De em bêjin, heta radeyekê ev helwest li bejn û bala çep û îslamîyên tirkan tê. Le, emê ji wan alîyên kurdan yên bi navê umetê û bi navê çeptîyê ‘’ortak vatan’’ê, ‘’Tirkîyecîtîyê’’ diparêzin û piştgirîya yên wek Hasan Nasurallahê ku hevalbend û pêgirtîyê neyar û xêrnexwazê kurdane dikin re çi bêjin?
De werin li vê ecêbê, li vê sosretê, li vê rûreşîyê binhêrin. Gelo ev kîjan aqil û qewet e ku wan alîyan bi hevre mobîlîze dike? Ev kîjan aqil e ku “mirîyê xwe” li mal dihêlin, bi lez û bez li ber derîyê dijberên xwe, bi neyarê xwe re digrîn?
We çi zû HALEPÇE, ENFAL, ROBOSKÎ, EFRÎN û felaketên din ji bîr kir? We Dr Qasimlo, Dr. Sadiq Şerefkandî û hevalên wan çi zû ji bîr kir? We çi zû ji bîr kir, ew dewleta terorîst ya Îranê, rojane bi dehan xort û keçên Kurd dadiliqîne, bi dehan feqîr û belangazên bi rêya kolberîyê jiyana xwe didomîne dikuje? Ka ûjdan, ka ehlaq ka hûqûq û ka welatparêzîya we? Çawa ûjdana we dest dide, hûn li ser neyarên xwe digrîn? Ma hûn nizanin di hûqûqa dijmînatîyê de jî ev bêbextî ne rewşeke maqûl e! Hûn xwe di heft robarên cuda de bişon jî, li gel dagirkeran hûn dîsa jî neyar in û bi we bawer nabin! Qet nebe car caran wesîyeta Qazî Mihemed bixwînin. Keremkin lînka wesîyetê ji bo we datînim jêr: https://ku.m.wikipedia.org/wiki/%C5%9E%C3%AEreta_Qaz%C3%AE_Mihemed
30.09.2024