Kurd-Kavê li Amedê li ser Tevgera Azadî, Şêx Seîd û Xalid Begê Cibrî konferansek li dar xist

.

Roja 27.01.2024an li Amedê ji aliyê Kurd-Kavê ve konferansek li ser Tevgera Azadî, Şêx Seîd û Xalid Begê Cibrî hat li dar xistin.

Konferans li Amedê li Salona Odaya Bazirganî û Sanayî (DTSO) hat li dar xistin.

Berîya konferansê serokê Kurd-Kavê Mehmet Celal Baykara axaftinek kir û ji bo beşdarîya mêvanan spasîya xwe pêşkêş kir. 

Moderotoriya Konferansê ji aliyê endamê rêvebiriya Kurd-Kavê Köroglu Karaaslan ve hat kirin.

Axaftvanên konferansê Tahsîn Sever,  Abdulbarî Han û Ercan İlgin li ser mijarê gotarên xwe pêşkêş kirin. 

Serokê Giştî yê PWKê Mustafa Ozçelîk, Serokê Giştî yê HAK-PARê Dûzgûn Kaplan, Serokê PSKê Bayram Bozyel û gelek Rewşenbîr, nivîskar, sîyasetmedar û kes û kesayetîyên Kurd beşdarê konferansê bûn.

Rûpela Nû / Amed

Kurdistan Haberleri

Ew dersên ku Kurd pêdivîye li şoreşa “Jin, Jiyan, Azadî” werbigrin
Elî Teter: Şûnwar dîroka gelê me vedibêjin
EFRÎN - Dest datînin ser mal û milkên jinebiyan
Arif Qurbanî: Pereyên Amerîkayê bidin bi dronan
Xelatgirê ‘Xelata Şerefnameyê ya Çand û Zimanê Kurdî’ bû Perwîz Cîhanî