Kurd Kavê sempozyuma zimanê Kurdî saz kir

.

Bi minasebeta hatina 15ê Gulanê, Cejna Zimanê Kurdî, Weqfa Kurd Kavê bi sernivîsa "Mafên Ziman û Zexta Li Ser Zimanê Kurdî" sempozyumeke encam da.

 Serokê Kurd Kavê Abdurrahîm Delî

Sempozyûma bi moderatoriya Parêzer Mehmet Celal Baykara û bi amadebûna axaftvanên pispor (ji aliyê çepê ve) Prof. Salih Akın, Prof. Aziz Yagan, Prof. Burhattin Kaya û Doç. Dr. Bulent Kuçuk ve bi rê ve çû.

Di beşekê gotara xwe de Prof. Burhanettin Kaya wisa axivî; "Qedexeya li ser ziman, tundî û şîdeteke gelek xerabkar li ser beden û rûhê mirovî pêk tîne. Bi yasaya paşnavan êrîşeke mezin li ser binyat û nasnameya kurdî pêk anîn. Ji sedema qedexaya li ser zimanê  kurdî birînên giran li ser derûniya Kurdan vekirin."

Prof. Salih Akin jî di beşekê gotara xwe de balê kişande li ser bikaranîna zimanê Kurdî û wisa pê de çû; "Ji beriya her tiştî divê em li himberî zimanê xwe adil bin û wî di hemû qeda jiyanê de bi kar bînîn."

Sempozyuma bi navê "Mafê Ziman û Zexta li Ser Zimanê Kurdî" îro (roja Şemî) li Sirkeciya Stenbolê li Legacy Ottoman Otelê bi rêve çû.

Serokê Komaleya HezKurdê Gulêcan Ronahî

 

Kordînatorê Weqfa Kurd Kavê Koroglu Karaaslan

Her wiha ji hêla rayedarên Kurd Kavê hat destnîşankirin ku gotarên di sempozyumê de hatine pêşkêşkirin dê di demekê nêz de wek pirtûk jî were çapkirin.

Wêne - Nûçe: Qesîm Etmanekî

Çavkaniya Nûçeyê

Kurdistan Haberleri

Qeyûm tayînî şaredariyên Dêrsim û Pilûrê hatin kirin
Serok Mesûd Barzanî: Em piştgiriyê didin hemû hewlên ji bo aştiyê
MEXMÛR - Tîma Rûdawê hat desteserkirin
Li Pêşangeha Pirtûkan a Rihayê pirtûkên Kurdî balê dikişînin: ‘Kurdî dihele!’
Di ser kuştina Ugur Kaymaz re 20 sal derbas bûn