KURD KAW dê li Amedê konferansa "Di Erdnîgariya Kurdî de Civakên Baweriyê" li dar bixe

.

Di konferansa ku ji aliyê Kurd Kaw ve di 9-10 Mijdara 2024'an de tê organîzekirin, li ser erdnîgariya Kurdan sîstemên baweriyê yên piralî û zehmetiyên ku van civakan di bin siya serdestiya Îslamê de dijîn, wê werin nîqaşkirin.

Ji bo lêkolînkirina serpêhatiyên dîrokî û dewlemendiyên baweriyên li herêmê, dê çar kes ji Kurdistanê beşdarî konferansê bibin.  

Zanyariyên zêdetir li jêr e;

KONFERANSA WEQFA LÊKOLÎN Û ÇANDA KURDÎ

CIVATÊN OLÊN LI ERDNÎGARIYA KURDAN:

YARESAN, KAKEYÎ, REYA HEQIYÊ, ŞEBEK Û ÊZIDÎ

9-10ê MIJDARA 2024 /DEMİR HOTEL DIYARBEKIR

Li Rojhilata Navîn, pênasekirina sîstema baweriya erdnîgariya civakî ya Kurdan bi 'Îslamê' wek kevneşopiyekê bûye. Lîteratura siyasî û akademîk, bûye hevparê rasterast an jî nerasterast ê vê kevneşopiyê û di hin rewşan de berhemdarê wê ye. Lêbelê ev erdnîgarî, mala gelek sîstemên bawerî û civatan e ku bi temamî di bin sîwana Îslamê de cih nagirin. Her çiqas di navbera wan de hin hevparî hebin jî, her yek ji van civatan xwedî taybetmendiyên xwe yên taybet in. Lê belê ev civat bi giştî di bin sîwana 'Îslamê' de wek komeke mezintir mane û heta rastî polîtîkayên dûrxistin û tasfiyeyê yên rejîmên siyasî yên Îslamî hatine. Her yek ji van nasnameyên han bi ezmûnên dîrokî yên neyînî tije ye.

Di vê konferansê de, çîroka civatên qala wan tê kirin li erdnîgariya Kurdistanê, taybetmendiyên wan ên bingehîn ên pênasekirinê, astên wan ên xuyabûnê û teşeyên wan, teşeyên rûbirûbûn-dûrxistina wan bi civatên Îslamî û rejîmên siyasî re û hwd. dê ji perspektîfa nav civatan û lêkolînên akademîk ve bên nirxandin.

BERNAME:

9ê MIJDARA 2024

· Destpêka Konferansê

· Rûniştina 1. (Ji saet 10:00 heta 13:00) Rîtûel û taybetmendiyên baweriyên olî

Axaftvan:

Hemîd Reza Huseyîn Şemsîniya - Rojhilatê Kurdistanê - Zanayê Ayînî

Xeyrî Îbrahîm Koro - Duhok - Zanayê Ayînî

Eyad Kakeyî- Hewlêr- Serokê Baroya Hewlêrê, Parêzer

Ali Doğan - Zanayê Ayînî

Moderator: Seîd VEROJ

· Rûniştina 2. (Ji saet 14:00 heta 17:00) Serpêhatiyên baweriyên ayînî li erdnîgariya xwe

Axaftvan:

Eyûb Kuxe Rustem Kerîm - Silêmanî- Nivîskar û Lêkolîner

Nîmet Emîn Zehmetkêş - Rojhilatê Kurdistanê - Nivîskar û Lêkolîner

Seîd Cirdo Meto - Duhok- Serokê Navenda Çanda Laleşê

Selahattin Ali Arık - Nivîskar û Lêkolîner

Moderator: Seîd VEROJ

10ê MIJDARA 2024

· Roja 2. ya konferansê de ji saet 10:00 heta 13:00 û ji 14:00 heta 17:00 dê bi beşdariya hemû axaftvan û beşdaran bi awayê pirs û bersivan bête lidarxistin.

Moderator: Köroğlu KARAASLAN

Kurdistan Haberleri

AMED - Bijîşk 4 rojan grevê dikin
Li Diyarbekirê Tora Mafên Zarokan hat damezirandin
Serjimariya giştî ya gel di roja xwe ya duyemîn de berdewam dike
Tirkiye li Rojavayê Kurdistanê hêzên xwe zêde dike
Hawrê Tofîq: Serjimêrî dê bandorê li hejmara kursiyan bike