Kurd û girêka kor a berfirehbûna hevpeymaniya NATO

.

 Êrîşa Rûsyayê bo ser Ukraynayê, wiha li welatên Ewropî kir, pêkhateya emnî û berevaniyê ya parzemîna xwe di ber çav re derbas bikin. Finlanda û Swêd, du welatên Bakurê Ewropayê, piştî çendîn sal bêalîbûn, dibêjin êdî hest bi silametiyê nakin û dixwazin bibin endamê Rêxistina Peymannameya Bakurê Atlantîk ku wek NATO tê naskirin. Tirkiye dosya endamtiya Swêd û Fînlenda di NATOyê de li dijî Kurdan bikar tîne.

Endambûna Swêd û Finlandayê, mijareke sereke yê gotûbêjên îro yên wezîrên berevaniyê yên NATOyê ye li Bruksel a paytexta Belcîkayê. Tirkiye endama Hevpeymaniya NATOyê, Swêd û Finlandayê bi parastina endamên PKKê tohemtbar dike.

Seroka Finlanda Sanna Marin dibêje: “Peyama me bo hecvpeymanên NATOyê ev e: Eger Finlanda biçe nav NATOyê, em dê beşdarî parastina asayîşa hemû hevpeymaniyê.”

Serokwezîra Swêdê Magdalena Andersson jî dibêje: “Baştirîn tişt bo asayîşa Swêdê û asayîşa xelkê Swêdê endambûna NATOyê ye bi hevre ligel Finlanda.”

Kî li ber endambûna Finland û Swêdê bûye asteng?

Hezar û 340 kîlometre sînorê bejayî yê Finlandayê ligel Rûsyayê heye. Swêd jî di nav Deryaya Baltik de, ligel bajarê Kaliningrad ê Rûsyayê hevsînor e. Lê ya bûye asteng li ber gehiştina wan a NATOyê, ne Moskow e.

Serokê Rûsyayê Vladimir Putin jî dibêje: “Finlanda û Swêd… Dixwazim ji we re bibêjim, hevkarên ezîz, ti pirsgirêkeke Rûsyayê ligel wan herdû welatan nîne. Berfirehbûna NATOyê bo nav wan welatan nabe gefeke rasterast bo ser me, bo Rûsyayê. Lê berfirehbûna jêrxana serbazî bo nav wan navçeyan, bêguman dibe sedem ku karvedana me hebe.”

Astenga li ber berfirehbûna NATOyê, di nav NATOyê bi xwe de ye, ku ew jî Tirkiyeya xwedî duyem artêşa herî mezin a hevpeymaniya 30 endamî ye, ew hevpeymaniya ku heta hemû endamên wê razî nebin, nikare ti welatekî din werbigre.

Hinceta Tirkiyê Kurd in

Hinceta vetoya Tirkiyê li dijî endambûna Swêd û Finlandayê, beşa herî mezin bi Kurdan ve girêdayî ye. Enqere îddîa dike ku Stockholm û Helsinki, endamên Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) û Yekîneyên Parastina Gel (YPG) vedihewînin û piştgiriya wan dikin, di demekê de Tirkiye wan herdû hêzên Kurdî wek “Rêxistinên terorîst” dibîne, bi wê hincetê jî Enqere ne amade ye rê bide Swêd û Finlandayê ligel Tirkiyê di nav yek hevpeymaniyê de cîh bigrin.

Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan jî dibêje: “Divê gelekî vekirî û eşkere tiştekî bibêjim, ti helwêsteke zelal a wan herdû welatan li ser rêxistinên terorîst nîne.”

7 endamên Parlamento û bi kêmanî 100 endamên şaredariyên Swêdê Kurd in

Berê beşa zêde ya rexneyên Tirkiyê li Swêdê ye. Swêd yek ji wan welatan e ku herî zêde penaxwazên Kurd lê ne. Li gor amarên ne fermî tê texmînkirin ku hejmara wan zêdeyî 10 hezar kes be. 7 endamên Parlamento û bi kêmanî 100 endamên şaredariyên Swêdê Kurd in.

Swêd îdiayên Tirkiyê red dike

Enqere, Swêdê bi wê yekê tohmetbar dike ku piştgiriya PKK û YPGê dike û rê dide endamên wan bi awayekî azad beşdarî hikûmet û parlamentoyê bibin û li nav Swêdê dijî berjewendiyên Tirkiyê tevbigerin.

Li Swêd ku ji sala 1984an ve PKK xistiye lîsteya terorê, tohmetên Tirkiyê red dike û dibêje, piştgiriya YPG û PKKê nekiriye, lê hevkariya Kurdên Sûriyê kiriye.

Serokwezîra Swêdê Magdalena Andersson got jî: “Me ne pere ji rêxistinên terorîst re şandine, bêguman ne ti çekek jî.”

Li Finlandayê 15.850 Kurd hene

Tirkiye bi heman sedema Finlandayê jî tohmetbar dike, ew welatê ku li gor serjimêriyeke fermî ya sala 2021ê, 15 hezar û 850 Kurd lê dijiyan.

Pêdagiriya Tirkiyê li ser redkirina endambûna wan herdû welatan li Hevpeymaniya NATOyê, wiha kir ku çûn û hatina dîplomatîk a welatên Ewropî bo Enqerê zêde bibe û dest bi serdanên germ bikin piştî peywendiyên sar.

18ê Gulana 2022ê balyozên Swêd û Finlandayê li Brukselê, daxwaza endambûnî pêşkêşî NATOyê kirin, hefteyek piştre du şandên wan serdana Enqerê kirin daku guhê xwe bidin nîgeraniyên Tirkiyê. Piştî civînê, Berdevkê Serokkomarê Tirkiyê Îbrahîm Kalin behsa wan mercan kir ku Enqerê danîne heta razî bibe Swêd û Finlanda bibin endamê NATOyê.

Enqerê hejmarek daxwaz ji Swêd û Finlandayê kir

Berdevkê Serokkomarê Tirkiyê Îbrahîm Kalin dibêje: “Me gelekî vekirî peyama xwe gihand ku prose ber bi pêş de naçe eger bi rêya pêngavên konkrêtî û di demeke diyarkirî de nîgeraniyên Tirkiyê neyên çareserkirin.”

Lîsteyek ku ji aliyê Fermangeha Ragihandinê ser bi Serokatiya Komara Tirkiyê ve hatiye belavkirin, pêşan dide ku Enqerê hejmarek daxwaz ji Swêd û Finlandayê ku eger cîbicîh nekin, wê demê divê destê xwe endambûna NATOyê bişon, ku yên herî serekî evna ne:

-Divê Swêd û Finlanda cezayên ser Tirkiyê rakin, di nav de jî ambargoya firotina çekan, ku ji 2019an ve piştî êrîşa Tirkiyê bo ser Rojavayê Kurdistanê, li ser ferz kirin.

-Bidawîanîna piştgirîkirina siyasî ya terorê “ku armanc jê PKK, YPG û Cemaeta Gulen e.”

-Bidawîanîna “piştgiriya darayî bo PKK û YPGê.”

-Bidawîanîna “Şandina çekan bo PKK û YPGê.”

-Divê Swêd 11 kes û Finlanda jî 6 kesan radestî Tirkiyê bikin ku li gor Enqerê endamên PKKê ne.

Swêd û Finlandayê bi çi awayî hevkariya Kurdan dikin?

Rûdawê mijar şopand ka Swêd û Finlandayê bi çi awayî hevkariya Kurdan kirine û ligel wezaretên derve yên herdû welatan ket peywendiyê. Wezareta Derve ya Finlandayê bersiv neda, lê ya Swêdê bi e-mailekê bersiva Rûdawê da, tohmetên Tirkiyê red kirin û got:

“Swêd ti alîkariyeke darayî yan leşkerî rasterast nade Rêveberiya Xweser, MSD, HSD an YPG û YPJ, lê bi rêya rêxistinên mirovî alîkariyên xwe dighîne hemû navçeyên Sûriyê û Kurdên Rojavayê Kurdistanê jî bi wî awayî jê sûdmend dibin.”

Di navbera salên 2016 û 2023an de, ni rêya Ajansa Rêxistina Geşepêdanê ser bi hikûmeta Swêdê, Stockholmê nêzîkî 376 milyon dolar hevkarî bo Sûriye û Rojavayê Kurdistanê diyar kiriye.

Yek li ser siyê wê hevkariyê bo navçeyên Rêveberiya Xweser hatine danîn. Di sala 2021ê de Swêdê bi zêdeyî 10 milyon dolarên Amerîkî û projeyên cuda, hevkariya daye niştecihên navçeyên jêr kontrola Rêveberiya Xweser.

Berpirsekî Bilind ê Rêveberiya Xweser ku nexwest navê wî bê eşkerekirin, ji Rûdawê veneşart ku nîgeran in ji wêya Swêd li beramber bidestxistina rizamendiya Tirkiyê, dest ji hevkarîkirina Rojavayê Kurdistanê berde û tenezilê bike.

Parlamentera Kurd 2 caran hikûmeta Swêdê ji hilweşandinê rizgar kir

Lê parlamentereke bi esil Kurd a Swêdê ku du caran bi dengê xwe hikûmeta Magdalena Andersson ji hilweşandinê rizgar kiriye, bûye rêgir li ber tenezûleke bi wî rengî. Ew parlamenter dibêje, soz ji hikûmeta Swêdê wergirtiye û tenezilê bo Tirkiyê neke û baca endambûna NATOyê bi Kurdan nede.

Ew parlamenter, Amîne Kakebawe ye ku ji Rojhilatê Kurdistanê ye û dema 14 sal e endama Parlamentoya Swêdê ye. Li gor Balyozê Tirkiyê yê Swêdê, Kakebawe di lîsteya wan kesan de ye ku Tirkiye daxwaza radestkirina wan dike, ji ber daxwaz kiriye PKK ji êîsteya terorê ya Yekîtiya Ewropayê bê derxistin.  Mercên ku Kakebawe bo hikûmeta Swêdê danîne, rê nade ew welat bi mercên Tirkiyê razî be.

Hevpeymaniya NATOyê jî ku berfirehbûna xwe di vê demê de wek bersiveke nimûneyî bo êrîşa Rûsyayê ya ser Ukraynayê dibîne, dest bi hewldanên xwe kiriye daku Swêd, Finlanda û Tirkiyê li ser yek maseyê kom bike heta wan bighîne rêkeftinê.

Amerîka dixwaze deriyê NATOyê li ber Swêd û Finlandayê bê vekirin

Amerîka ku serkirdayetiya NATOyê dike, di wê baweriyê de ku divê deriyê hevpeymaniyê bilez li ber Swêd û Finlandayê bê vekirin. Serokê Amerîkayê Joe Biden di dema pêşwazîkirina Serokwezîra Swêd û Seroka Finlandayê de, bi zelalî helwsêta welatê xwe pêşan da.

Serokê Amerîkayê Joe Biden jî got: “Swêd û Finlanda saziyên wan ên demokratîk ên bihêz, artêşa bihêz, aboriya bihêz û şefaf hene. Herwiha hestekî wan ê exlaqî yê bihêz jî heye bo wan tiştên ku rast in. Hemû mercekî NATOyê di wan de heye.”

Stoltenberg: Divê nîgeraniyên Tirkiyê ciddî bên wergirtin

Li gor Sekreterê Giştî yê NATOyê Jens Stoltenberg, divê nîgeraniyên Tirkiyê yên derbarê PKKê de ciddî bên wergirtin.

Sekreterê Giştî yê NATOyê Jens Stoltenberg got: “Finlanda û Swêdê ragihandine ku ew amade ne rûnin û li ser wan nîgeraniyan biaxifin ku Tirkiye tîne ziman. Bêguman hemû hevpeymanên NATOyê jî amade ne rûnin û wan nîgeraniyan gotûbêj bikin, di nav wan de jî ew gefên ku PKKê bo ser Tirkiyê çêkirine. Ew gefên terorîstî ne ku bêguman em ciddî werdigrin. Em dizanin ku ti hevpeymanek din ê NATOyê zêdetir ji Tirkiyê ji destê êrîşên terorîstî nenalandine. Tirkiye hevpeymanekî girîng e, bi taybetî ji ber cihê wê cografî yê stratejîk, ku ligel Iraq, Sûriye û Îranê hevsînor e. Herwiha di şerê me yê dijî DAIŞê, Tirkiye girîng bû, herwiha li nav Deryaya Reş li nêzîkê Rûsyayê.”

Parlamenterê Ewropayê (Javier Nart) Khaver Nart amaje bi wê yekê dide ku vetoya Tirkiyê li beramber endambûna Swêd û Finlandayê ya NATOyê, metirsiyeke din jî bo Kurdên Rojava bi pey de tê. Li gor wî parlamenterê Îspanî, Tirkiye dixwaze wê yekê bike kartek daku navçeyên zêdetir ên Rojavayê Kurdistanê û Bakurê Sûriyê kontrol bike.

Ev di demekê de ye ku pênc roj piştî wêya Swêd û Finlandayê daxwaza endambûna Hevpeymaniya NATOyê pêşkêş kirin, Serokkomarê Tirkiyê nêta xwe bo êrîşeke nû bo ser navçeyên Rêveberiya Xweser ragihand daku bi gotina wî; navçeyeke aram bi kûrahiya 30 kîlometre li nav sînorê Sûriyê çê bike.

Enqere daxwazê ji Stockholm û Helsinki kiriye, berî lûtkeya bê ya NATOyê, ku 29 û 30ê vê mehê li bajarê Madrîda paytexta Îspanyayê tê sazkirin, bersiva daxwaz û nîgeraniyên Tirkiyê bidin, eger na, endambûna wan di NATOyê de tê redkirin.

Îdareya Biden û welatên Ewropî yên hevpeymanên Amerîkayê jî ku ji ber têbiniyên wan li ser rewşa mafên mirov û azadiyan, peywendiyên wan ligel Enqerê sar bûbûn, tevî hewldanên wan, niha bêyî razîbûna Tirkiyê nikarin hevpeymaniya xwe ya berevaniyê ber bi Rûsyayê de berfireh bikin.

Çavkanî / Rûdaw

Kurdistan Haberleri

Edebiyat û reşbînî
Ji bo Hevşaredara Dêrsimê biryara desteserkirinê hat dayîn
Ciwanekî Kurd ê Êzidî ji destê DAIŞê hat rizgarkirin
AK Partî: Di destûra nû de mafê zimanê dayikê û efûya giştî tune ye
'Hewlêr û Bexdayê li hev kirine, hinardeya petrolê di nêz de dest pê dike'