Dewleta îran di Rojhilata Naverast de lîstikek mezin, lê bê wate dilîze. Ji îran heta İraq, Surîye , heta başûrê Libnan dixwaüze herêmê bike yek, bi hev ve girêde û têxe bin bandora xwe. EV jî berjewendîyên Amerîka û hevalbendên wê dixe tehlûkê û wê Amerîka rê nede ku ev armanca îran here serî.
Îran ji bona vê armanca xwe a ŞÎist kê bikar tîne?
Ji Ereban, Farisan, elewîyan, çepan û beşek ji kurdan bigire, heta İslamistan bikar tîne.
Ev hewldanên Îran li ser du hêlan dimeşe:
-Yek ji vê hêla leşkerî û bidestxistina bingehên stratejîk e.
-Hêla aborî û bikaranîna xetên enerjîyê ne.
İran, ji bona ku xetên bikaranîn û belavkirina enerjîya herêmê û kontrolkirina vê enerjîyê bidesxine; dewletbûna kurdan û herêmek azad ku vê armanca wê perçe dike, naxwaze di herêmê de. Lê eşkere mercên wê ku êrîşan bîne ser Kurdistan û hilweşîne jî tineye.
Îran, Ji bona pêşî lêgirtina avakirina dewletek Kurd û Kurdistanî çi dike?
Îran ji bona berjewendîyên xwe û vê armanca Şîist, nakokîyên navbera kurdan, nakokîyên mezhebî û îdeolojî bikar tîne.
Di nav kurdan de hêza ku ketîye bin bandora Îran û xizmetê ji îran re dike; yek jê hêza çekdar a PKK bi xwe ye. Bi PKK re, Tevgera siyasi a Goran, beşek ji YNK û beşek ji hereketa islami, li Başûrê Rojavayê Kurdistan bi riya Surîye, PYD û tevgera wê a leşkerî xizmetê ji van hewldanên Îran yên herêmê re dikin.
Di nav PKK de çepên tirkan ku cîh girtine, hêzên elewîyên li tirkî ku bi PKK re têkildarin, beşek ji kemalîstan, bi carekê de bi riya PKK di nava vê stratejîya Îran de cîh girtine. Ev grub, piranî çapemenîya PKK girtine destê xwe û bi riya îmkanên PKK êrîşan tînin ser hewldanên serxwebûnê. Di ser PDK û serokê Herêma Federal a Baüşûrê Kurdistan re, Bi hewldanên Îran û bi destê PKK ev dijminatîya serxwebûna Kurdistan dimeşe.
Li İraq, ev koordînasyona Îran bi riya Nûrî Malikî têt meşandin. Li Başûrê Kurdistan, hewdanên Nûrî Malikî, bi rîya Tevgera Goran, beşek ji YNK û beşek jî ji tevgera îslamî re têkildar têt organize kirin û navka van grûban bi PKK re têt girêdan.
Fînansekirina van grûban bi destê Îran, bi şiklekî eşkere dimeşe. Alîkarîyên leşkerî û lojîstîk, ji kasa Îran derdikevin. Îran bi rîya Nûrî Malikî bandora li ser hêza serxwebûnxwaz a Kurdistan dimeşîne. Têkilîyên bi Nûrî Malikî re, presek mezin li ser Hevlêr çêdike.
Yek ji van gavan jî bi cîhbûna PKK li Şingal e. Stratejî bi cîhbûna PKK, stratejîya Îran bi xwe ye û ti berjewendîyên Kurdan, xeynî zirarê di vê de tine ye. Îran xwestîye û PKK jî ketîye Şingal. Çûna PKK a Şingal, ne parastina Şingal e, bi cîhbûn û xizmeta xwestinên Îran bi xwe ye.
Di vir de dixwazim çend mînakan bidim:
Yek ji van Mînakan; dema ku DAİŞ êrîş anî ser Kurdistan, PKK bi hemû hêza xwe a Ewrûpa, bi çapemenîya xwe êrîşek tund anî ser Başûrê Kurdistan û xwes ku Başûrê Kurdistan têk here. Kampanya lidarxistin û ji dostên kurdan re gotin; „çeka nedin Pêşmergan, wê çekên we bifroşin DAİŞ"(!)
A duyem jî; di van demên borî de, Serokê herêma Federal Mesut Barzanî bi heyetek mezin ji bona Konferansa Munih a asayîşa Navnetewî hatibûn vexwendin. Di vê konferansê de Serok Barzanî bi heyeta xwe re pir dan û stendinên girîng bikar anîn û li ser mijara serxwebûna Kurdistan giftûgo meşandin. Serokê Fransa ew vexwend Fransa, Serokwezîrê Tirkîye ew vexwend Tirkîye.
Tam di vê dema meşandina van têkilîyan de PKK li Şingal êrîş anî ser Pêşmergên Roj û şer derxist. Bal kişand ser siyaseta xwe û mesaj ji pir cîhan re şandin ku em li ser navê kurdan parêzgerên berjewendîyên Îran in.
Di eynî demê de Beşek ji Pêşmergên YNK ku bi navê „hêza Reş" têt binavkirin, li derdorê Kerkûk dest danî ser bîrên neftê û daxwaz kir ku „rajane 20 hezar bermîl neft divê ji bona me bêt veqetandin ku em bifroşin Îran"(!)
EV mînakên ku min dan, yek bi yek, ji bona ku pêşî li ber Başûrê Kurdistan bêt girtin; hewldanên Îran ku bi destê PKK dihatin meşandin.
Nûrî Malikî, kesayetîyekî Saddamê duyem e ji bona kurdan. Ew kesê ku bi qutkirina nifqê Kurdan xwes ku kurdan bi birçîbûnê terbîye bike. Kesekî ku tilîya wî di êrîşên DAİŞ û komkujîya Şingal de heye. Yên ku Musil û Deşta Nînova, Şingal teslîmî DAİŞ kir û hemû çekên modern û bi milîyaran dolar ji bankên Musil teslîmî DAİŞ kir, ew bi xwe bû.
Çi berjewendîyên kurdan bi meşandina têkilîyên bi Nûrî Malikî re he ye?
Bi kirinên dijminatîya Kurdan Nûrî Malikî, her bi beşek ji YNK û Tevgeran Goran re di têkilîyê de ye û bingeha alozîyan saz dike. Ev jî tê wê wateyê ku Îran li herêmê mezin dilîze, li ser beşek ji kurdan xwedî bandore û dixwaze bi rîya van têkilîyan, hêza serxwebnxwaz şikestî bibe û ev beşê Kurdistan jî di bin bandora wê keve.
Kurd di herêmê de di demek wusa re derbas dibin ku mesaja xwe a îlankirina dewletek kurdistanî dane cîhanê û amadekarîya xwe dikin ji bona vê gava pîroz.
Di van rojan de Amerîka ji bona lêkolîn û raporgirtina rewşa Kurd û Kurdistan û ji bona divêtîyên netewa kurd di bin serokatîya Michael Naisten de, heyetek hat Kurdistan û lêkolînên xwe temam kirin.
Di derheqa armanc û naveroka vê roporê de Michael Naisten dibêje:
„Helbet heqqê bikaranîna mafê çarenûsa kurdan heye. Rêveberîya Washington jî di navbera xwe de her vê tine munaqeşê û pişgirîyê jî lê dike. Û bi dewletên herêmê re jî dişêwire. Washington di wê bawerîyê deye ku, Kurd dewleta xwe bidamezirînin, wê demek dirêj li herêmê bimîne. Wê Washington di vî warî de karekî çêker(erênî) bigire ser xwe."
Gelo wê Kurd giranîya van gotinan û divêtîya van amadekarîyan bigirin ser milê xwe û di yek armancek netewî de sefên xwe bihonin?
14.03.2017