Heta ku miletek nebe neteweyî û li gor wê tevnegere, nefikire, ew milet, ew xelk dê nikaribe zîncîrên koletî û dagirkeriyê biqetîne û xwe azad bike.
Dema bi salan ew zîncîra koletiyê û dagirkeriyê ketibe hustiyê xelkekî, hinekî zehmete zû bi zû xwe jê xilas bike. Ji ber ku êdî ew fêrî giranî û wê girêdana zincîrê bûye. Heta hin hene difikirin ku dema ew zîncîr ji hustiyê wî/ê derkeve gelo dê çawa bijî.
Mesela me kurdan jî li gor min ev e. Ji ber ku gelek ji kurdan êdî fêrî wê zîncîrê bûne, giranî û astengiyên wê nabîne, heta ditirse ku ew zîncîr ji hustiyê wî/ê derkeve dê çawa li jiyanê bimîne.
Ev jî bi me dide zanîn ku di rewşa niha da li bakurê kurdistanê hin kurd nikarin û nafikirin ku xwe ji wê zîncîrê xilas bikin. Difikirin ku ji wê azadbûn dawî anîna wî/ê ye. Ev jî ji ber kurd weke milet nebûna neteweyî.
Min xwest vê bi çend mînakan bidim zanîn ku em ê çawa bê tirs bikaribin wê zîncîra em kirine kolên dagirkeran biqetînin?
Ya herî girîng jî ew e ku kurdên me tiştên dagirker, di êşkencan de, di zîndanên xwe de, li meydanên gundan de tiştî tîne serê me û gelê me, em nabêjin. Şerm dikin. Lê em nikarin bifikirin ku tiştên dijmin tîne serê me re divê mirov bêje da ku însaniyet jî vê fêr bibin û bizanibin. Heta ku em kirinên dijmin anîne û tîne serê me veşêrin dê em ê bi ser nekevin.
Ji ber vê ye dema kurd neteweyî nefikirin nikarin wan kiryar û bûyerên dijmin yên qirêj jî bêjin. Loma divê êdî kurd netewî yî bifikirin, bihizirin û li gor wê jî tevbigerin. Ev jî girêdayî wê yekê ye ku divê kurd xwe ji ziman, adet û hêjayiyên dagirkeran xilas bikin.
Heta ku kurd bi zimanê dagirkeran biaxifin û binivîsînin, wê ew hêjayî û ruhê dagirkeran ji di wan de peyde bibe. Ji ber ku her tişt ji zimên de destpê dike. Tu bi kîjan zimanî mezin bû, te kar û barê xwe bi kîjan zimanî kir. Te nivîs û ramanên xwe bi kîjan zimanê got, aha tu jî dibe bindestê xwediyê wî zimanî,
Kîjan zimanî xwe di mejiyê mirov de bi cih kir, êdî mesele mirov jî li wir diqede. Ji ber ku zimanê tirkî bûye zimanê kurdên bakurê kurdistanê êdî ew ji neteweya xwe dûr, bi hizr û mejiyê tirkî difikire û dinivîsîne.
Ez vê hinekî vekim.
Dema mileteke nebe neteweyî wê her sexsî bifikire, kar û barê xwe jî li gor wê bidomîne.
Di şert û mercên îro de tu luksa kurdan ya ewqasî partiyên wan yên siyasî hebe, tune ye. Hebe jî divê ew di bin sîwanekê de xwe bikin yek da ku bikaribin ji bona gelê xwe azadiyê bînin û wî ji wan zîncirên di hustiyê wan de ye xelas bike.
Bi salan e daxwazeke weha her tê gotin û di hin waran de gav jî têne avêtin, lê bi ser nakeve. Ji ber ku ew hevdîtin û gavavêtinên dibe, bi zimanê tirkî ye ew ziman jî rê nade ku kurd neteweyî bifikirin. Ji ber ku nabe û ne hatiye dîtin ku kurdek bi tirkî weke kurdekî neteweyî bi kurdî bifikire.
Bala xwe bidinê di vê hilbijartina wê di 31 Adara 2019an de li tirkiyê û li kurdistanê pêk bê, em dibînin ku kurd ji her demê bêtir perçekirîne. Her çiqasî ev hilbijartin girîng jî be, lê ev ne di bala hin kurdan û partiyan de ye. Ji ber ku kurd ne neteweyî ne. Lewra jî her sexsî difikirin û li gor berjewendiya xwe an ya partiya xwe tevdigerin.
Herkes ji min baştir dizanin ku heger kurd di vê hilbijartinê de yek bana him wê li piraniya bakurê Kurdistanê şaredarî bi dest bixistina, him jî bi vê yekê wê dersek baş dabana dagirkeran û hevalbendên wan.
Her weha li gor vê jî em dibînin ku îmkanên teknolojiya niha gelek bi pêşde ye. Lê mixabin kurd vê ji bona neteweya xwe bi kar naynin. Her ji bona xwe, ji bona navê xwe, ji bona partiya xwe, wê xweşik û baş bi kar tînin.
Tu dibîne her kurdekî dikare çend bêjeyan bêje û hinekî ji siyasetê fêm bike, li ser toreya internetê malperan vedikin, bi zîndî bernameyan çê dikin. Em carna şevê dibin şahîdî wê yekê ku di şevekê de gelek kes vê dikin û bangî hinan dikin.
Lê nafikirin ku şevê yekê bi hevre pêk bînin û bangî siyasetmedar, rewşenbîr, dîrokzan, zimanzan ûhwd bikin wê bername him baştir be him jî wê bêtir kes beşdarî wê bikin.
Mînak pir in, lê naxwazim zêde dirêj bikim. Ji bona em bibin neteweyî divê em berê wê di jiyana xwe de pêk bînin. Ne bi devkî di jiyanê de divê em vê bikin.
Gotina min talî ev e. Heger kurd bixwazin netewebûna xwe îspat bikin ku ew kurd in û wê ji bona berjewendiya kurdan tevbigerin. Pêwîst e vê di hilbijartina şaredariyan de pêk bînin.
Pêkanîna wê jî divê kurd bi awayekî gelemperî xwedî li namzetên lîsteya ”Tifaqa Welatperwer û demokrat” û kesên welatparêz yên serbixwe derkevin. Ev destpêkek nû û qence ku kurd dikarin bi vê êdî neteweyî bifikirin.
Çi dema kurd bûn neteweyî û li gor berjewendiya gelê xwe tevbigerin aha wê demê dikarin miletê xwe ji ber xezeba dagirkeran jî xilas bikin.
Li gor min ev niha zor e. Ji ber ku miletek, zanên wî, rêberên wî, rewşenbîr û siyasetmedarên wî, nikaribin li ser toreya internetê, bibin yek û li gor berjewendiya gelê xwe tevbigerin, wê çawa bikaribin di bin sîwanekê de cihê xwe bigirin.
Heta em ji karê rehet ku berjewendiya gelê me têde ye destpê nekin, em ê nikaribin bi hevre di bin sîwaneke neteweyî de jî kar bikin.
Ji sala 1979an û heta niha kar ji bona yekîtî, enî an bi hevre karkirinê tê kirin lê pêk nayê. Heta em di karê bi çûk de xwe nekin yek, di kar û xebatên mezin de em tucaran nikarin bibin yek.
Ji lîsta neteweyî û demokrat û kesên serbixwe re serketinê dixwazim û dibêjim kurdno vê carê dengê xwe bide xwe. Ma heta kengî tê weha bindest û kole be???