Kurdayetî û ilim/zanyarî

Nuri Aldur

Nuri Aldur


Ji bo hemî kesan û ji bo hemî deran ilim anjî zanyarî pêwîste, lê herkes ne xwedî heman hewes û entresene. Demokrat û demokrasî ilim dixwazin û li gor kultura ilmî hareket dikin, balam otokrat û dîktator jî hîç nabêjin ku ewan dijî ilim û zanyarîyêne. Kes û rejîmên nedemokrat li der û dora xwe gelek alim û pisporan didinehev û wê manzara ku ewan xwedî ilim û alimin didine dinyayê. Pînoşet li Şîlî û Hîtler li Almanya bi arîkarîya  zanyar û zanyarîyê endustrî xurtkirin û welat pêşxistin. Kenan Evren jî berî înqîlabê bike, qanûnên hinek lîberal hatin feshkirin û jîyana dad û hûqûqê hişktirbûbû.                      

                                                                                                         
Li Kurdistanê(bakur) ti rol û fonksîyona ilim nîne! ha, ma gelo hîç dezgehek/enstîtûyek ku hinek jî be ilmî anjî zanyarîbe tûneye? Belê hene, wek mîna ûnîvêrsîtên (Amed, Mêrdîn, Mûş..) ku di beşê tib, ziman, zîraatde dixebitin tiştekî pir başa. Lê evan dezgehan ne azad û serbixwene û lewra jî ti xebat û berhemên bi kalîte nayên afirandin. Her dîse jî kes û ferdin hene ku di tekoşin da xizmetne hêja bikin û dikin jî. 


Ji ber ku Kurdistan bindest û kolonîye ne tenê di ilimde zeîfe, ewe ji gelek awantaj û hebûnêndin jî mahrûme. Eve noktekî ku di xwîna kolonyalîzmêde heye: metropol och kolonî jev pir cûdane, mîna dinyayên jev başqene, kalîte û sewîya personal/malzeme/ kûltûr/politîka ûhw. ne mîna hevin û eve netîceyên xerab bo kurdan derdixe holê. Ma eve tiştekî nûye? Na! Tiştê nû eve ku serdest van awantajên margînal bo kurdan wek argûment/sîlah bikartênin û dixwazin kurdan bêdeng bikin/hûskût bikin. Lê divêt kurd her ji van hebûnên heyî îstîfade bikin, balam dereca lêkolînan yên xebatên akademîsyanî her zêdetirbikin û daxwazîyên xwe yên ilmî hişkeretir bibêjin û bangawazan bilindtir bikin¸helbet eger pêkanebe.


Wek ku min di destpêkêde jî got ku zanyarî bo herkesî lazimme, balam ewe bo me bindestan/bo me kurdan he bêhtir pêwîste;  ji ber ku top û tivingênme, firoke û ordîyênme, enstîtû û ûnîvêrsîtênme tûnene – lewra jî divêt em berê xwe bidine çêkirin û afirandina rê û rêçên ilmî, alet û hedefên zanyarî û hingî belkî emê bikaribin bi gel ê xwe re tifaqa/yekîtîya organîza bikin, bi dinyayêre bidin û bistênin û belkî jî emê bikaribin ku bi dijminan re jî politîkayê bikin.                                                              

Ha ez vê jî bibêjim ku bi hezaran ferdênme (akademîsyan/ronakbîr) hene ku di rojname, pirtûk, radyo/TV û înternetande dinivîsin, diaxivin, di leyîzin, di strênin û berheman diafirênin û eve xizmetên mezinin û bingeha kevirên netewetîyê di deynin û divêt eve kar her bi rêk û pêk (kontinuitet) bêt kirin û hingî emê bikaribin cihên xwe yî rast û bi serbilindî di nav koma gelên azadîxwaz û tekoşerên rizgarîya welatên xwe de bigirin.