Navenda Nûçeyan- Lîwa Şehab Zengene, xeelkê bajarokê Kifrîye û niha li Hewlêr rûniştîyê Hewlêre. Navhatî dû roje dest bi kar kirîye.
Di hevpeyvînekê de bo Kurdistan24ê, lîwa Şehab Zengene ragehand, ev post pişka Kurde û dema dû rojane , bi fermana wezîrê berevanîya Îraqê min dest bi kar kirîye.
Got jî: Ev post bo Kurd giringîya xwe heye.
Lîwa Şehab Zengene, ji daykbûyê sala 1962 ye, berê berpisê pişkinînê bûye li fermandeya hêzên asmanî, niha jî wek fermandeyê giştî yê hêza asmanîya Îraqê dest bi kar kirîye.
K24