Navenda Nûçeyan - Li kampeke koçberan a li Bosnayê mehek berî niha şer û pevçûnek çêbibû û zilamekî Kurd ku temenê wî li jorî 50 salî bûye, di wî şerî de bi giranî birîndar bûbû.
Nasnemaya wî kesî nehatîye aşkerekirin, lê belê hatîye zanîn, ew welatîyê Kurd xelkê Hewlêr a Başûrê Kurdistanê bûye.
Roja Çarşemê 6ê Gulana 2020, wî zilamê ku bavê 4 zarokan e û dixwast mafê penaberîyê ji Ewropayê werbigire, li nexweşxaneya zanîngehê li Sarajevo ya paytexta Bosnya Hersekê ji ber birînên xwe yên giran canê xwe ji dest da.
Berpirsekî Rêxistina Koçberan a Cîhanî li Bosnayê bi navê Peter Van der Auweraert, mirina wî koçberê Kurd piştrast kir û got, “me hefteyeke trajedî li navenda koçberan a Usîvakê li Sarajevo derbas kir. Yek ji koçberan ku di encama şerekî de bi giranî birîndar bûbû li nexweşxaneya zanîngehê canê xwe ji dest da.”
Peter Van der Auweraert û xebatkarên din ên rêxistina koçberan red dikin ku di dema şer de li kampê bin û dibêjin wê demê li cihek din bûn.
Bûyera kuştina wî koçberê Kurd heta niha zelal nebûye û Peter jî dibêje, “ti wêneyekî fermî” bo vê bûyerê nîne. Li ser daxwaza Rêxistina Koçberan a Cîhanî, polîsê Bosnyayê dosyeyeke lêkolînê li ser wê bûyerê vekirîye.
Di demekê de ku polîsê Bosnayê mijûlî zelalkirina bûyerê ye, xwendinên cîyawaz derbarê wî şerî de tên kirin, taybetî li ser zimanê şahidhalên ku di dema bûyerê de amade bûn. Li torên civakî hinek kesan derbarê wê posta Peter de nivîsandine, “pasewanekî kampê êrişî Kurdekê kir.” Hejmarek ji xelkên din jî heman dengo dûpat kirine.
Kesekî din dibêje, hikûmeta Bosnyayê bi alîkarîya Rêxistina Koçberan a Cîhanî, dixwaze vê kuştinê veşêre, divê xelk zêdetir zanyarîyan li ser vê bûyerê belav bikin ku ev zilm winda nebe.
Hinek dengoyên din hene ku dibêjin, Rêxistina Koçberan a Cîhanî dixwaze raporta pizîşkî ya qurbanî biguhere û wan kesên ku ew Kurd kuştin jî niha li kampê ne.
Ew hemwelatîyê Kurd ku navê wî nehatîye aşkerekirin, tê gotin ev heyameke canê xwe ji dest daye, lê mirina wî heta dawîya vê hefteyê ji kesûkarên wî hatîye veşartin.
Peter Van der Auweraert jî tenê tekezîyê li ser wê dike ku hikûmeta Bosnyayê li ser lêkolîna derbarê bûyerê de berdewam e û bawerîya wan bi lêkolînê heye.
Ew berpirsê Rêxistina Koçberan a Cîhanî dibêje, derbarê kuştina wî hemwelatîyê Kurd de gelek senaryo hene ku tê gotin, pasewanekê li wî xistîye, li alîyê din jî tê gotin, li gel grûpeke koçberên Pakistanî pevçûne piştî ku koçberên Pakistanî xwestine wêneyên koçberên Kurd bigirin di dema rêza wergirtina nan de bo ku li torên civakî belav bikin.
Ev yekem car nîne ku şer li kampa Usîvakê li Bosnyayê rû dide. Bi gotina Peter, piranîya rûniştvanên wê kampê Kurd in ku ji 22 welatan 870 koçber li wê kampê dimînin û 89 jî xelkê Iraqê ne.
Rûdaw